Hêzên xweparastinê hêzên taybet ên Tirk şkandin

Li Geverê hêzên taybet ên Tirk navenda sûkê xistin dorpêçê û bi çekên otomatîk êrîşî gel kirin. Tîmên taybet ên Tirk di encama berxwedana hêzên xweparastinê de hatin şkandin.

Tîmên taybet û leşkerên îro bi wesayîtên zirxî ve navenda sûkê ya navçeya Gever a Colemêrgê dorpêç kirin, hewl dan dikan bi dikan binçavkirinan pêk bînin. Hêzên dewletê yên ketober li derdora xwe bombeyên gazê û guleyên plastîk direşandin rastî bersiva ciwanan a bi parçeyên cemet û keviran hatin.

Ciwanan êrîş bi dirûşmeyên, “Qatil Dewlet”, “PKK’E Gel E Gel Li Vir E” protesto kirin. Dikandaran kepeng girtin.

Hêzên dewleta Tirk nikaribûn berxwedana ciwanan bişkîne, wesayîtên zirxî li Kewsarêya Girtîgeha Kevn  û Navenda Kar a Zagros bi cih kirin û ji vir gel gulebaran kirin. Li ser vê ji bo parastina gel hêzên xweparastinê yên taxên Eskî Kişla û Cûmhûriyet bi çekan bersiv dan hêzên dewleta Tirk.

Hêzên dewleta Tirk dema şer de bi çekan êrîşî derdora xwe kir. Di şer de hêzên xweparastinê li dijî wesayîtek zirxî ya hêzên dewletê çalakiyek bi roketê li dar xistin.

Li ser berxwedana li navenda sûkê û taxê zêde bû, wesayîtên zirxî neçar man xwe ji navenda sûkê bikşînin. Wesayîtên zirxî di ketina Kolana Eczaneler û navenda sûkê hatin bicihkirin.
 

Ciwan li Kewsarêya Girtîgeha Kevn kom bûn û li ber xwe dan.

Hat ragihandin ku tîmên taybet ên Tirk herî kêm 2 kes binçav kirine.