Hêzên PDK’ê bi çekan gef li çalakgeran xwarin

Hêzên asayîşa PDK’ê ku li Dêgelê li pêşiya ciwanên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk Meşa Dirêj dabû destpê kirin bûn asteng, vêcarê bi gulebaranê gef li ciwanan xwarin.

Meşa bi pêşengiya endamên Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji Koyeyê ber bi Behdînanê ve destpê bû, li Dêgelê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat astengkirin.  Ciwanan bi mebesta protestokirina astengkirinê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Hêzên PDK’ê diyarkirin ferman ji wan re hatiye ku ciwan ji nuqteyê derbas nebin, dema derbasbûn, wan gulebaran bikin.

Ciwanan bi daxuyaniyekê diyar kir ku li ser çalakiya xwe bi israr bûn, lê ji ber astengî û rêgiriyê dawî li çalakiya xwe anîn.

Meşa Dirêj a ciwanan ku ji beriya nîvro bi beşdarbûna bi sedan ciwan û welatiyan li Koyeyê destpêkiribû û dixwestin heta Behdînanê li dijî dagirkeriyê bi meşin.