Li Şengalê salvegera 9’emîn a fermana 3.8.2014’an bi çalakiyên berfireh hate pêşwazîkirin ku bernameyên girêdayî salvegera fermanê hê jî berdewam in. Bi taybet Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ku yekîtî û tifaqa Şengalê temsîl dike, hewl dide pirsgirêk û pêdiviyên civaka Êzidî û gelên Şengalê bixe rojeva Iraqê. Berpirsê rêxistina YNK’ê li Şengalê Şêx Dawid Cindî sedemên fermana 2014’an, bandora fermanê ya li ser Şengalê û her wiha guherînên ku piştî fermanê çêbûne ji ANF’ê re nirxandin.
Dawid Cindî destnîşan kir ku fermana 2014’an di dil, mêjî û hebûna civaka Êzidî de rê li ber guherîneke mezin vekiriye û vê rewşê wiha nirxand: ‘’Di serê tu kesî de nediçû ku ev xiyaneta mezin bê kirin. Ev durûtî û neheqiyeke mezin bû ku li civaka Êzidî hate kirin. Ev bandor li ser pêkvejiyana gel û baweriyên Şengalê kir. Ji aliye mirovî ve jî karesateke mezin bû. Pêşiyên me her digotin, ‘Pişt û pala miletê Kurd çiya ne.’ Di çîrokên me de jî tê gotin ‘Çiyayê Şengalê pişt û pala me ya esasî ye.’ Di fermanê de jî diyar bû ku ne ji Çiyayê Şengalê bûya wê qirkirina me hêsantir bûya.’’
‘DI FERMANDÊ DE YEKBÛNA CIVAKÎ PÊK HAT’
Dawid Cindî bi bîr xist ku dema fermanê civaka Êzidî ji bo hebûna xwe biparêze sekneke xurt a civakî nişan daye û ev mînak dan: ‘’Mirov pê bawer nedikir lê xort û keçên me dayik û bavên xwe bi pişta xwe dikirin û hildikişiyan Çiyayê Şengalê. Ev jî gelek girîng bû ji bo me ku mirovatî di dilê civaka me de xurt e, ev jî ji ber çand û exlaqa me ye. Ji aliyê şer û berxwedanê ve jî, yekbûneke civakî hebû. Bi hezaran keç û xortên me tevlî berxwedanê bûn.’’
‘PDK’Ê QEBÛL NEKIR KU GEL PARASTINA XWE BIKE’
Berpirsê rêxistina YNK’ê li Şengalê Dawid Cindî diyar kir ku li ser xiyaneta li Şengalê hatî kirin heya niha gelek nirxandin çêbûne, xiyanet bi her awayî diyar bûye û wiha berdewam kir: ‘’Pêwîste ew kesên ku nekarîn parastina gel û axê bikin, divê berpirsyariya vê tiştê rakin û rastiya vê bêjin. Pêwîste ji hemû cîhanê re bêjin ku em li Şengalê berpirs bûn, lê me ev civak xapandiye.’’
Beriya fermanê ku DAÎŞ’ were xortên Êzidî, êl û eşîr daxwaz ji berpirsên îdarî û leşkeri kirine ku amadekariyên parastinê bikin. Dema çeka artêşa Iraqê ket, hemû çek ketin destê desthilatdarê herêmê PDK’ê ve. Gel ji pêşmerge û asayîşa PDK’ê daxwaz kirin ku hevkarî bikin, çek li ser gel were belavkirin. Lê wan ev tişt qebûl nekir. Wan qebûl nekir ku gel parastina xwe bike.’’
‘HATINA GERÎLA HÊZ Û MORELEKE MEZIN DA ŞENGALÊ’
Dawid Cindî destnîşankir ku di dema fermanê de her çiqas çend dewletên cîhanê derman û hin pêdiviyên civakî gihandibin Şengalê jî hêz û piştgirya herî mezin hatina gerîlayên PKK’ê û şervanên YPG-YPJ’ê bûye û sedemên wê wiha şîrove kir: ‘’Hatina hevalên YPG’ê û gerîlayên PKK’ê piştgiriyeke pir mezin bû. Hevalên YPG’ê di roja fermanê de xwe gihandin Şengalê, min bi xwe dît heval hatin û hewl dan ku DAÎŞ’ê bisekinînin. Dîsa gerîlayên PKK’ê ji Qendîlê xwe gihandin Şengalê. Dema şervanên azadiyê gihîştin Şengalê, hevsengî hate guhertin. Ji aliye moral û manewîyatê ve hêzeke gelek mezin bû ji gel re. Dîsa hêzeke mezin da keç û xortên Êzidî ku ji bo parastinê çek rakiribûn. Dema gerîla xwe gîhand, moraleke mezin da wan.’’
‘GEL DÎT KU MÊRXWAS HATINE ÇIYAYÊN ŞENGALÊ’
Dawid Cindî bi bîr xist ku gerîlayên PKK’ê û şervanên Rojavayê Kurdistanê li gel şer û berxwedanê her wiha hewl dane pêdiviyên civakî jî çareser bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: ‘’Tiştê herî girîng ku divê em ronî bikin, dema ev heval hatin Şengalê ne tenê xebatên leşkerî meşandin. Rê vekirin ku xwarin bigihe gelê me. Gerîlayên PKK’ê û şervanên YPG’ê xetek vekirin ku hemû pêwistiyên gel gihandin Çiyayê Şengalê. Ev mijarek gelek muhîm bû. Ji aliyê leşkeri ve jî gel dît ku mêrxwas gihîştine vê derê û ev moraleke mezin da gel.’’