Hêzên Heşdî Şabî li Xurmatûyê dest bi destavêtinê kirin

Hêzên Heşdî Şabî, ku tevî artêşa Iraqê êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin, li bajarê Tûz Xurmatûyê dest bi destavêtinê kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, hêzên Heşdî Şabî li taxa Cûmhûriyetê ya li bajarê Tuz Xûrmatû avêtin ser malekê. Li vê mala ku dê û bavê extiyar û sê keçên wan lê diman, çeteyan hewl dan dest biavêjin jinên ciwan.

Bavê extiyar dest li rewşê werda û her sê zarokên xwe bi xwe re bir û hewl da ji bajêr derkeve. Lê belê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Tê gotin, di vê kêliyê de TIR'ek li wesayitê ketiye û her kesên di hundirê wesayitê de jiyana xwe ji dest dane.

Berpirsyarê YNK'ê yê Xurmatûyê Hasan Baran jî ragihand, ku jinên li bajêr ji bo xwe ji destavêtinê rizgar bikin, ji bajêr derdikevin.