'Hêzên Emerîka ji Iraqê xwe venakêşin, xwe birêxistin dikin'

Bi nêrîna çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, Emerîka bi valakirina çend baregehên xwe yên leşkerî yên li Iraqê, hêzên xwe venakêşe, ji ber ku hêzên xwe ji bo qonaxekî nû bi rêxistin dike.

Piştî ku hêzên Emerîkî dest bi vekêşandina çend baregehên xwe yên leşekerî yên li çend navçeyên cuda yên Iraqê kir, hemû hêzên xwe li du bargehehên Eyn Esed ya girêdayî bajarê Enbarê û baregeha Herîrê a girêdayî bajarê Hewlêrê kom kir.

Niha jî hêzên Emerîkî pergala dijî hewayî ya Patrîotê li baregehên Hewlêr û Eyn Esedê bi cihkiriye da ku pêşiya her cure êrîşekê yê bê ser hêzên wê bigire. Li gorî hindek çavakniyan dibe ku êrîşên li dijî payebilindên hêzên Heşdî Şebî destpê bike. Hizbûllaha Iraqê jî weke bersiva wê yekê gefên tund li hêzên Emerîka xwaribû.

‘VEKÊŞANDİNA HÊZÊN EMERÎKAYÊ, NELİHEVKİRİNEKÎ EMERÎKA Û IRAQÊ YE’

Derbarê wan pêkanînên Emerîkayê siyasetmedar û çavdêrê siyasî yê bajarê Kerkûkê Mamoste Mihemed Nesredîn ji ANF’ê re axivî û got: “Têkiliyên Emerîka ya bi Iraqê derbasî qonaxekî nû dibe. destpêka vê qonaxê jî vekêşana hêzên Emerîkî yên ji çend baregehan bû. Vekêşana hêzên Emerîkî lihevkirinekî aştiyane di navbera Emerîka û Iraqê de nîne ji ber ku di encama êrîşên ku komên Şîî yên girêdayî Îranê li ser baregehên leşkerî yên Emerîkayê kirine ye.”

‘HIKÛMETA IRAQÊ NIKARE PÊŞIYA ÊRÎŞÊN LI SER NAVENDÊN LEŞKERÎ YÊN EMERÎKA BIGIRE’

Nesredîn bal kêşande ser bêhêvî bûna Emerîka ji hikûmeta Iraqê û diyar kir: “Piştî ku Emerîkayê çendîn car ji Iraqê xwest ku pêşî li êrîşên komên Şîî yên girêdayî Îranê ya li ser hêzên Emerîkî bigire, Emerîka bi başî têgihîşt ku hikûmeta Iraqê hikûmetekî bê hêz û lewaz e, nikare pêşiya êrîşan bigire.”

‘DIBE KU EMERÎKA BI VÊ VEKÊŞÎNÊ VE HÊZÊN XWE RÊXISTIN DIKE’

Nesredîn têkildarî vekişîna leşkerên Emerîka ya ji hinek herêman jî ev nirxandin kir: “Emerkîka niha hêzên xwe ji baregehên ku pir hêsan dibin armanca êrîşan vekêşaye. Ev vekêşîna hêzê ne vekişîneke giştî ya ji Iraqê ye, belku Emerîka bi vê yekê dixwaze hêzên xwe li gorî parastina wan ya li hemberî êrîşan rêxistin bike.”

‘WÊ BANDORA DERBÊN KU LI KOMÊN ÇEKDAR ÊN ŞÎÎ BIDE ZÊDETIR BIBE’

Çavdêrê siyasî Muhemed Nesredîn di berdewama axaftina xwe de îşare bi armanca vê pêngava Emerîka ya li dijî komên ku êrîşê hêzên wê dikin kir û wiha domand: “Di pêvajoya nû de yek ji pêngavên ku Emerîka li Iraqê pêktîne ew e ku bi Iraqê re li hêzên çekdar ên Şîî yên girêdayî Îranê bide. Her wiha eger pêngavên mezintir yên wek di aliyê aboriyê de ji ber ku hikûmeta Iraqê nêzî Îranê dibe û ambargoyên li ser Îranê binpê dike wê ceza bike. Ev jî wê bandora ku li komên çekdar ên Şîî bide zêdetir bike.”

'TÊKILIYÊN DI NAVBERA IRAQ Û EMERÎKAYÊ DERBASÎ QONAXEKÎ NÛ DIBE KU WÊ BIBE SEDEMA ZÊDEBÛNA ALOZÎ Û PIRSGIRÊKAN'

Nesredîn qala zêdebûna alozî û pirsgirêkên di navbera Iraq û Emerîkayê kir û wiha pê de çû: “Hemû bûyerên ku niha diqewimin îşareta bi pirsgirêk û aloztirbûna têkiliya di navbera hikûmeta Iraq û Emerîkayê ne, her wiha sedema din ya zêdetir bûna aloziyê jî hebûna çendîn komên Şîî yên ku bi temamî girêdayî Îranê ne û piyontiyê ji bo Îranê dikin e û dihêle ku Iraq bibe meydana gengeşe û rageşiya di navbera Emerîka û Îranê.”

‘EMERÎKA NEKARÎ HEMAHENGIYA DI NAVBERA PÊŞMERGE Û HÊZÊN IRAQÊ DE AVA BIKE’

Nesredîn bal kêşande ser bandoriya vekêşîna hêzên Emerîkî ji baregeha K-1 ya li bajarê Kerkûkê û wiha pêde çû: “Baregeha K-1 li bajarê Kerkûkê piştî bûyerên 16’ê Cotmehê rolekî xwe yê cidî tunebû. Wek mînak nekarî li navçeyên bi nîqaş hemahengî di navbera hêzên pêşmerge û hêzên hikûmeta Iraqê de ava bike. Baregeha K-1 piştî bûyerên 16’ê Cotmehê tenê di çarçoveya şerê li dijî DAÎŞ’ê rol lîst.”

‘WÊ BANDOREKÎ GIŞTÎ LI SER PÊŞEROJA PROSEYA SIYASÎ YA LI IRAQÊ BIKE’

Di dawiyê de Nesredîn got: “Pêşerojê wê diyar dibe ka vê ev vekêşîna hêzên Emerîkayê li Iraqê ji bo li hêzên çekdar ên Şîî yên girêdayî Îranê ye, yan jî rêxistinkirina hêzên xwe ye. Lê bi giştî wê bandorê li Iraqê bike, ji ber ku bi qenaeta min ji niha ve piştî binketina siyasî ya Iraqê û felcbûna hikûmetê, xwe rêxistinkirina hêzên Emerîkî wê bandorekî giştî li ser pêşeroja proseya siyasî ya li Iraqê bike.”

‘VEKÊŞÎNA HÊZÊN EMERÎKA YA JI ÇENDÎN BAREGEHAN, DEMEKÎ YE’

Çavdêrê siyasî û dîroknas Sitar Cebarî jî derbarê vekêşîna hêzên Emerîkî ji piraniya baregehên leşkerî yên navçeyên bi nîqaş nirxand û got: “Eger Emerîka neba wê rejîma Baas nerûxiyaba. Ji ber wê jî Emerîka wendahiyekî zêde li Iraqê da û li beramber vê jî ewqas berjevendî bi dest nexist, berevajî dewleta Îranê piştî rûxîna rejîma Baasê li Iraqê serwer bû, ji ber wê jî vekêşîna Emerîka ji çend baregehan vekêşînekî demkî ye.”

‘EMRÎKA PLANDIKE KU DERBÊN XURT LI KOMÊN SER BI ÎRANÊ BIDE’

Cebarî bal kêşande ser planên Emerîka ya ji vekêşîna hêzên xwe û ragihand: “Emerîka planê xwe heye derbên mezin li komên çekdar ên Şîî yên girêdayî Îranê bide. Lewma hêzên xwe li Iraqê rêxistin dike. Bi lêdana komên girêdayî Îranê jî dixwaze derbeyekî li Îranê bide.”

‘LÊXISTINA KOMÊN SER BI ÎRANÊ, BIKE KU PÊŞMERGE VEGERE KERKÛKÊ’

Di mijara çarenûsa Kerkûkê ya piştî vekêşîna hêzên Emerîkî yên baregeha K-1 a bajarê Kerkûkê de Cebarî wiha got: “Em ji bo çarenûsa Kerkûkê bi hêvî ne, ji ber ku eger derbe li komên girêdayî Îranê were xistin wê bihêle ku carekî din pêşmerge vegere Kerkûkê û bi temamî Kerkûkê vegerînin ser herêma Kurdistanê.”

‘NIHA PIR GUNCAVE KU EMERÎKA DERBE LI KOMÊN ÇEKDAR ÊN GIRÊDAYÎ ÎRANÊ BIXE’

Cebarî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Iraq bûye qadekî ya pêşbirkê ku têde Îran û Emerîka ji bo safîkirina nakokiyên dI navbera hevdu de ya li heman qadê di nava pêşbirkê de ye. Emerîka vê pêngavê di çarçoveya safîkirina vê nakokiyê ji bo berjevendiya xwe pêk tîne, ji ber ku niha rewşa Îranê ji aliyê aborî û siyasî pir xirabe û gelê Îranê jî ji desthilatdariya heyî pir nerazî ne. Lewma rewşa niha ya Emerîka pir guncave ku derbe li komên çekdar ên girêdayî Îranê bixe. Ji ber heke rewşa Emerîka bi temamî baş û guncav nebûya wê ev pêngave pêk neanîba.”