Hêzên Şoreşger bi dehan çete kuştin

Hêzên Şoreşger bersiv dan êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê, duh danê êvarê bi çekên giran û topan êrîşî bajarê Arfadê kirin. Êrîşê heta saet 04:00 ê danê vê sibehê dewam kir.

Hêzên Şoreşger jî bersiv dan êrîşa çeteyên artêşa Tirk ên li Marî. Hêzên Şoreşger li çend nuqteyên çeteyan ê li bajarê Marî xistin û hemû çeteyên li vê derê hatin kuştin.

Di êrîşa çeteyan de, li herêmên Şêx Îsa û Arfadê, zerareke mezin gihîşt mal û milkên gelê sivîl.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk dewam dikin.