Hêzên Îranê kolberek kuşt

Hêzên dewleta Îranê li bajarê Bane kolberekî Kurd qetil kir.

Li gor nûçeya Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, doh li devera sinorî ya Hengejal a ser bi bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê gule li komek kolber barandin.

Hat gotin di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de kolberê bi navê Sîna Resûlzade (19) yê xelkê Serdeştê jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji serê meha Gulanê ve herî kêm 9 kolber û kasibkarên Kurd di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane. Piraniya bûyeran jî li devera sinorî ya Bane rû dane.

Ji destpêka salê ve jî 36 kolber, kasibkar û welatî li deverên sinorî di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane, her wiha zêdetirî 215 kes jî birîndar bûne.