Heyeteke girêdayî CPT’yê çû serdana gelê Bînarê Qendîlê

Heyeta Aştiyê ya Xirîstiyanan a girêdayî CPT’yê ji bo lêkolîna êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Qendîlê û ji bo gotûbêjkirina kêşeyên gel, çûn serdana gelên Bînarê Qendîlê.

Gelê Qendîlê û Hevşaredarê Bînarê Qendîlê Mihemed Hesen heyet ku ji 5 jin û 4 mêran pêk dihat, pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de destpêkê Hevşaredarê Bînarê Qendîlê Mihemed Hesen axivî. Hesen têkildarî xisara êrîşên hewayî yên li ser gel kir û diyar kir ku ji sala 2007’an û vir ve artêşa Tirk di êrîşên hewayî de serdemeke nû daye destpêkirin.

Hesen diyar kir ku heta sala 2012’an Îranê top davêt herêmê lê piştî 2012’an êdî avêtina topê sekiniye lê êrîşên hewayî yên artêşa Tirk didomin. Hesen destnîşan kir ku di van êrîşan de ji 20’î zêdetir sivîlan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan sivîl birîndar bûne, xisarên maddî pêk hatine û bi hezaran bax, baxçe û heywan telef bûne û got, “Ji bo kesên mexdûr hin kamp hatibûn çêkirin, lê ji ber dijwariya şertên jiyanê, gelê herêmê ji neçarî di bin bombeyan de jiyana xwe didomîne. Mixabin saziyên sivîl û mafên mirovan bi pêdiviyên gelê herêmê eleqedar nabin.”

Li ser pirsa endamê heyetê yê ji DYA’yê Nancy ji Hevşaredar Hesen re pirsî gelo çima Qendîl tê bombebarankirin jî Hesen got, “Qendîl ji berê ve li hemberî dagirkeriyê bûye cihê berxwedanê. Erdogan li Bakur mal û bajar hilweşand li vê derê û Rojava jî heman siyasetê dike. Polîtîkayên Erdogan li hemberî gelê Kurd e û ferqê naxe navbera erdnîgariyê”

Heyetê diyar kir ku di hevdîtina Konsolosxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî wê nerazîbûnên gelê Qendîlê bîne rojevê. Endamê heyetê yê Hollendî Dan jî ji ber alîkariyên ku Hollanda dide Erdogan got ez xemgîn im. Diyar kir ku divê gelê Hollandayê bi tu awayî alîkariyê nede dîktatoriya Erdogan.

Wîlden ê Amerîkan jî diyar kir ku li hemberî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li Berlînê çalakî li dar xistine û Dinya bi êrîşkariya Erdogan hesandine û diyar kir ku divê gelek xebatên din werin kirin.

Sûzin a ji Newyorkê jî got: “Ji ber du sedeman ez ji xwe re nabêjim Amerîkan. Yek jê Amerîka çek û sîlehan dide van welatan. Ya duduyan jî divê sînorên siyasî li pêşiya têkiliya mirovan nebe astengî. Li Amerîkayê cihêkarî heye. Ez dikarim êşa gelê Kurd fêm bikim. Neteweyên Yekbûyî wekî pêlîstokan e. Ji bo aştiyeke mayînde divê mirov hêviyê ji Neteweyên Yekbûyî neke. Ji ber vê jî divê gel û saziyên sivîl ji bo aştiyê gavan biavêjin. Divê saziyên sivîl zêdetir bixebitin.”

Endamê heyetê yê Swêdî Elîka Sayt, diyar kir ku wê bi teqez êş û kulên gelê Qendîlê bigihîne gelê Swêde, ji ber bêdengbûna dewleta Swêd ya li hember qetlîamên Erdogan xemgîniya xwe îfade kir.

Mam Şêx ê ji Gundê Beste yê Binarê Qendîl jî bibîr xist ku heta niha gelek heyet hatine Binarê Qendîl, lê mixabin ti encam negirtine û got: “Em bi hêvîdarin ku ev heyet êş û dengê me bigihîne hemû cîhanê.”

Mam Bapîr ê ji heman gund jî wiha anî ziman: “Gelê Kurd gelekî aştîxwaz e, tevî vê jî her tim ji aliyê mêtîngeran û dewletên herêmê ve êrîş li ser tên kirin.” Bapîr, êş û zehemtiyên gelê Binarê Qendîlê yên ji ber bomberdûmana balafirên artêşa Tirk dikişîne bi awayekî berfirehî ji heyetê re vegot. Bapîr axaftina xwe bi van gotinan “Hêvîdarim ku ev heyet pirsgirêkên vî gelî çareser bike.” bi dawî kir.

Piştî axaftinan heyeta girêdayî CPT’yê, Şehîdgeha Şehîd Gulan û Şehîd Simko ya li Qendîlê ziyaret kirin. Li vir Mam Şêx helbesta li ser gerîlayekî ku di şerê azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû xwend. Piştî serdana Şehîdgehê û şûnde Hevserokê Binarê Qendîl Mihemed Hesen, ji heyeta girêdayî CPT’ê re diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 18 sal in li Girava Îmraliyê tê ragirtin, li pêşiya CPT’ê çalakî hatin lidar xistin û ji bo li Kurdistanê aştiyekî herdemî pêk were Rêberê Gelê Kurd gelek hewldanên mezin kirine. Piştî axaftinan Hesen, pirtûka Ocalan a ‘Li ber qirkirina çandê Kurd, çareseriya netewa demokratîk” diyarî heyetê kir.

Heyeta ku ji bo yek ji bajarê Bakurê Kurdistanê yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve êrîşên qirkirinê li ser hatibû kirin Cizîrê ziyaret bikin, ketin rê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin astengkirin. Endamekî yê heyetê ku xwestin beşdarî Newroza 2017’an a Amedê bibin ji ber ku Kurd bû, rê nebû ku derbasî Tirkiyeyê bibe, dersînor kiribû.

Heyeta ku li ser bingehê aştiyê pêşîgirtina êşkencê,têkildarî girtîgehan xebat didin meşanin, li Başûrê Kurdistanê lêkolîn dike. Endamê heyetê diyar kir ku wê nerazîbûnên gelê Binarê Qendîlê weke raporekê pêşkêşî CPT’ê bikin.