Heyeta HDP û DBP’ê çûne şîna Mahsûm Pamay
Heyeta HDP û DBP’ê çû şîna Mahsûm Pamay ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anîbû.
Heyeta HDP û DBP’ê çû şîna Mahsûm Pamay ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anîbû.
Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtî Mahsûm Pamay li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anîbû û vê sibê cenazeyê Pamay di bin dorpêça polîsan de li navçea Cizîr a Şirnexê hatibû veşartin.
Ji bo Mahsûm Pamay li Mizfefta Sensûr a Taxa Dagkapî konê sersaxiyê hate danîn. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş Huseyîn Kaçmaz, hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zîrîg û Berîvan Kûtlû û endamên BDP’ê serdana kon kirin.
Malbat wê sê rojan serdanên sersaxiyê qebûl bikin.