Heyeta HDP'ê berê xwe da gundên hatin bombekirin û qedexekirin

Heyeta HDP'ê ji bo biçe hin gundên derketina derve li wan hatiye qedexekirin, berê xwe da Licê.

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo biçe hin gundên derketina derve li wan hatiye qedexekirin, berê xwe da Licê.

Heyet ji parlamenterên Amedê Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari, Selçûk Mizrakli û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi pêk tê.

Artêşa Tirk danê sibehê saet 4'an bi balafir û helîkopteran bombe li gundê Helhelê yê navçeya Hezro ya Amedê barandibû û piştre jî li gundê Helhelê yê Hezro û gundên Kerwas, Nenyas, Licok, Zengê û Mişrifê yên Licê derketina derve hatibû qedexekirin.