Heyeta dixwaze biçe Îmraliyê li Amedê ye
Heyeta ji Ewropayê, ku ji bo dîtina Ocalan hatiye Tirkiyeyê, da xuyakirin ku Ocalan ev 18 sal in di nava şert û mercên ne însanî de tê hiştin.
Heyeta ji Ewropayê, ku ji bo dîtina Ocalan hatiye Tirkiyeyê, da xuyakirin ku Ocalan ev 18 sal in di nava şert û mercên ne însanî de tê hiştin.
Endamên heyetê diyar kir, zextên li mûxalîfan tê kirin di dema dawî de gihîştine asta herî bilind û gotin, "Hikûmeta AKP'ê, ji bo binpêkirina mafên mirovan ên li vir tên kirin li qada navneteweyî neyên dîtin, di nava hewldanên berfireh de ye. Lê belê, ji bo bûyerên li vir diqewimin û rewşa vê derê ji raya giştî ya navneteweyî re ragihînin, çi ji destê me bê em ê bikin."
Heyeta ji 13 kesan a ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ewropayê bi rê ket, gihîşt Amedê. Heyeta ku ji parlamenter, hîndekarên zanîngehê û akademîsyenan pêk tê, di destpêkê de serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kir. Heyet piştî serdana KCD'ê hat Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê û li vê derê ji aliyê Alîkarên Hevserokên Giştî yên DBP'ê Ramazan Tûnç, Mehmet Salih Yildiz û Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Fatma Gul ve hat pêşwazîkirin. Civîna ku li vê derê bi rengekî li çapemeniyê girtî pêk hat, bi qasî saetekê dewam kir. Piştî civînê, li ser navê heyetê Dr. Thomas Jeffrey daxuyaniyek da çapemeniyê.
'ŞERT Û MERCÊN ÎMRALIYÊ NE ÎNSANÎ YE'
Jeffrey got, "Armanca heyeta me ya ji 13 parlamenter, rojnamevan û hîndekaran dîtina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Di vê çarçoveyê de me serî li Wezareta Edaletê ya Tirk dan. Weke ku hûn jî dizanin, dibe 19 sal ku Birêz Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên ne însanî de tê hiştin. Li gorî plana xwe ya vê serdanê, em ê bi Tevgera Azadiyê ya Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re rûnên û agahiyan bigirin. Piştre jî eger destûr bê dayîn, em dixwazin bi wekîlên HDP'yî yên hatine girtin re hevdîtinê bikin."
'AKP NAXWAZE LI QADA NAVNETEWEYÎ BÊ BIHÎSTIN'
Piştî Thomas Jeffrey, Parlamentera Danîmarkayê Mîley Ûlla Sandbaek axivî û got, "Li Tirkiyeyê di dema dawî de bi hezaran siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin. Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me û li gorî rewşa me bi çavên xwe dîtine, îstîsmareke giran a mafên mirovan rû da ye. Hikûmeta AKP, ji bo ev rastî li qada navneteweyî neyê dîtin di nava hewldanên berfireh de ye. Lê belê ji bo bûyerên li vê derê diqewimin ji raya giştî ya navneteweyî re ragihînin, çi ji destê me bê em ê bikin."