Heyeta Îngilîz serdana Başûrê Kurdistanê kir: Divê Erdogan bê darizandin

Heyeta Îngilîz ku li Başûrê Kurdistanê lêkolîn kir, bal kişand ser êrişên dagirker û qirker ên dewleta Tirk û got, "Erdogan divê ji ber sûcên şer bê darizandin."

Dewleta Tirk a dagirker ku 23'ê Nîsanê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi operasyona leşkerî ya dagirkeriyê kir, di van êrişên xwe de par çekên kîmyewî bi kar anî û ev yek bû sedema nerazîbûnan. Ji bo Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) li herêmê lêkolînê bike, li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin.

Heyeta Îngilîz jî li Herêma Kurdistanê ya Federe di navbera 28'ê Sibatê-8'ê Adarê de li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn kir.

Kesên di nava heyetê de cih digirin wiha ne: "Edîtorê Navneteweyî yê Morning Star, ji Defend Kürdistan Initiative UK û Berdevkê Koalîsyona li dijî Çekên Kîmyewî yên li Kurdistanê Steve Sweeney; Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Giştî ya Sendîkayan û YekÎtiya Karmendên Serbest ên bi Kontrol ên Neteweyî Andi Kocsondi; rojnamevan û nivîskar John Hunt, endama Partiya Karker a berê ya Parlamenta Ewropayê û ji damezrînerên Însiyatîfa Aştî ji Kurdistanê re Julie Ward, Sekreterê Giştî yê KomÎteya Rêvber a Federasyona Giştî ya Sendîkayan û Sendîkaya Karkerên Civakî John McGowan, Şêwirmendê Sendîkayê û Wezîfedarê Navneteweyî yê GMB ê berê Bert Schouwenburg û rojnamevan Mylene Sauloy."

Heyetê piştî lêkolînê daxuyaniyek weşand û bang kir ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji ber sûcên şer û îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî tavilê bê lêpirsîn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di salvegera 34'an a êrişa çekên kîmyewî yên li ser Helebceyê de ku 5 hezar Kurd ji aliyê Saddam Huseyîn ve hatin qetilkirin, em bang li civaka navneteweyî dikin ku dersê ji dîrokê werbigire û dawî li dagirkeriya leşkerî ya 11 mehan a Tirkiyeyê bîne."

'DIVÊ TAVILÊ ŞANDEYEKÊ BIŞÎNE KURDISTANÊ'

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Tirkiyeyê li Kampa Mexmûrê ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û li Şengalê êrişî nexweşxaneyekê kir, di vê êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û hate gotin, "Piştî van hemûyan, ji ber êrişên Tirkiyeyê 2 hezar kes ji cih û warê xw ebûn. Ya ku herî zêde mirovan aciz jî dike ew e ku tê îdîakirin li ser xaka Iraqê çekên kîmyewî bi kar aniye. Bi navê şandeyê em bi bîr dixînin ku ev hemû sûcê şer e û destnîşan dikin ku divê li gorî sûcê şer ceza bê dayin. Bêdengiya rêxistinên navneteweyî ne ya qebûlkirinê ye. OPCW ji bo lêkolînkirina îdîayên li ser êrişa kîmyewî divê tavilê şandeyekê bişîne Kurdistanê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gel delîlên şênber jî Îngilistan û hêzên rojavayî xwe bêdeng dikin, ev yek nîşaneya hevkariya wan a sûc e û hate gotin, "Beriya zêdeyî 30 salî, şîrketên Îngilistan, DYE û rojavayî, çek firotin rejîma Baasê û çekên kîmyewî yên li dijî Kurdan tên bikaranîn peyda kirin. Tayyîp Erdogan versiyona niha ya Saddam Huseyîn e û hewl dide Kurdan îmha bike. Bi biçekkirina Tayyîp Erdogan heman dîmenî dubare dikin. Sala 1988'an cîhanê hemû hişyariyên hatin kirin ji nedîtî ve hat û di encamê de li Helebceyê zêdeyî 5 hezar jin, mêr û zarokên Kurd hatin qetilkirin. Em nikarin destûrê bidin ku ev yek dubare bibe."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê Îngilistan, Elmanya, DYE û Yekîtiya Ewropa tavilê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestînin û hate gotin, "Divê Erdogan li Laheyê weke sûcdarê şer bê darizandin. Ev yek wê ji bo gelê Kurd bibe gavek ber bi edaletê ve."