Hewlêrê jî got: Em şoreşgerên xwe nafiroşin

Hewlêr jî li dijî biryara DYA ya li dijî şoreşgerên Kurd bêdeng neman û bi çalakiyên sivîl bersiva daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya DYA’yê didin. Sibe saet 03:00’an li pêşiya Sefaretxaneya Amerîka wê çalakî bê kirin.

Her diçe li dijî biryara Wezareta Karê Derve ya DYA’yê ya xelatkirinê ya li ser sê şoreşgerên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan zêde dibe. Yek ji cihên ku ev nerazîbûn lê zêde dibe Başûrê Kurdistanê ye.

Di çarçoveya nerazîbûnên de li bajarê Hewlêr sibe bi dirûşma ‘Em şoregerên xwe nafiroşin’ bi çalakiyekî sivîl bersiva daxuyaniya DYA’yê didin.

Têkildarî çalakiya sibe yek ji endamê komîeteya amadekar Hawrê Kurdî agahî da ANF’ê û got: “Ji bo li dijî vê birayra Amerîka helwesta xwe derbixin, sibe saet 03:00 li çerxerêya Enkawa kom dibin û ber bi Sefaretxaneya Amerîkayê ve dimeşin û em ê li wir nerazîbûnên xwe bidin nîşandan.”

Kurdî banga tevlîbûna xurt li her kesê kir ku xwedî helwest bin.