Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Hewlêrê berhema Tirkan a ku heb tê de bû, qedexe kir

Wezareta Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê diyar kir ku kekên ji Tirkiyeyê tên yên ku di nav wan de ‘heb’ hene, hatine qedexekirin û firotina wê hatiye sekinandin.

Di destpêka meha Mijdarê de li bajaroka Pîremegrûn ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, di nava kekek Tirkî de heb derketibû. Lijneya çavdêriyê ya qeymeqamtiya Dukanê dest danîbû ser ew cûre keka Luppo a Tirkiyeê û ji bo lêkolînê jî şandibû Rêveberiya Tendûristiyê.

Heya niha jî ne qeymeqamtî û ne jî rêveberiya tendûristiyê encamên lêkolînê eşkere nekirine. Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji Rêveberiya Hawirde û Hinarde ya Herêma Kurdistanê girtiye, piştrast bûye ku heb di nava kek de derketiye û di encama wê de hinek biryar hatine girtin.

Berdevkê Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê Bextiyar Mela Ehmed diyar kir heb bi awayeke pir zirav û bi plan di nava kekê de hatiye bicihkirin û wiha axivî, “Bicîhkirina wê hebê di nava kek de pir bi ziravî û bi plan hatibû kirin. Nimûne, di nava kartonek de tenê di nava kekek de heb derdiket.”

Li ser zirerên kek jî Bextiyar dazanîn ku hatiye tespîtkirin ku bandoreke nebaş li ser mejî û zekaya zarokan dike û wiha pêde çû, “Ez navê wê hebê nizanim, bijîşk dizanin. Lê hatiye tespîtkirin ku bandoreke wê ya nebaş ji bo zarokan û bi taybet jî mejiyê wan heye.”

Her wiha got ku ne tenê kek guman li ser hinek berhemên din jî hebûye û wiha dawî zanyarî da, “Ji derveyî kek, guman li ser hinek berhemên din jî hebûye ku xirab in û zirara wan hene. Piştî lêkolînên pêwîst firotina kek û ew berhemên din li herêmê hatine qedexekirin.”