Hevserokên HDP’ê yên Amed û Yenîşehîrê hatin destgîrkirin-NÛ BÛ

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hate destpêkirin de, Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan, Hulya Alokman Ûyanik, hevserokên rêxistina Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ‘belgeyên qedexe’ ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hate destpêkirin de, polîsan avêtin ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a HDP’ê ya Amedê û ya navçeya Yenîşehîrê. Di serdegirtina polîsan û lêgerîna li avahiya rêxistina navçeya Yenîşehîrê, dest danîn ser hardê kompîter, gelek pirtûk û wêneyan. Piştî lêgerînê di çarçoveya lêpirsînê de hevserokên HDP’ê yên Yenîşehîrê Kasim Kaya û Remziye Sizici hatin destgîrkirin. Di dema destgîrkirina hevserokan de dirûşma ‘Zext nikarin me’ hatin qîrkirin.

Bi armanca balê bikişînin ser serdegirtinên polîsa û destgîrkirinê Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca li pêşiya avahiya navçeyê kom bû û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de li gel Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, rêveberên HDP’ê yên navçeya Yenîşehîrê û gelek HDP’î amade bûn.

Ûca anî ziman serdegirtina polîsan a li avahiyê li ser îxbara ku du ciwanên ku pankartên li destên wan danîne avahiya partiyê pêk hatiye. Ûca diyar kir ku li ser vê yekê polîsan avêtin ser avahiya navçeyê û hevserok destgîrkirin. Ûca got: “HDP bi destgîrkirin û girtinê tine nabin, çok nadane. Dibe hevserokên me hatibin destgîrkirin, lê wê sibe bi dehan kes cihê wan dagirin. Em serî natewînin, têkoşînê mezin bikin.”        

Piştî lêgerîna li avahiya HDP’ê ya Amedê bi dawî bûn, hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik hatin destgîrkirin û birin emniyetê.