Hevserokê DBP'ê yê Gundikê Melê Sezer hate girtin
Hevserokê DBP'ê yê Bajaroka Gundikê Melê Sadûn Sezer bi hinceta "endamê rêxistinê " hate girtin.
Hevserokê DBP'ê yê Bajaroka Gundikê Melê Sadûn Sezer bi hinceta "endamê rêxistinê " hate girtin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) a Bajaroka Gundikê Melê yê Şirnexê Sadûn Sezer ê ku di 11'ê Gulanê de hatibû binçavkirin sewqî edliyeya Şirnexê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Sezer sewqî dadgehê kir. Dadgeha Cezayê Sûlh a Şirnexê bi hinceta "endamê rêxistinê ye" di derbarê Sezer de biryara girtinê da.
Sezer şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.