Hevserokatî: Modela alternatîf

Hevserokatî modeleke rêveberiyê ye, hem di warê temsîlkirina her du zayendan, hem jî di bûyîna hêza çareseriyên bingehîn de xwedî ezmûnekî serketî ye.

Hevserokatî modeleke rêveberiyê ye, hem di warê temsîlkirina her du zayendan, hem jî di bûyîna hêza çareseriyên bingehîn de xwedî ezmûnekî serketî ye, ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate afirandin. Mirov dikare saziya Hevserokatiyê ku hêza xwe ji civakê bi xwe digire û bi awayekî rasterast temsîliyeta hemû pêkhateyên civakê û bi taybetî her du zayendan dike, wek modela herî îdeal a wekhevî û azadiyê pêş dixe û diparêze pênase bike.

Rast fêhmkirin û çalakkirina Hevserokatiyê tê wê wateyê ku Neteweya Demokratîk û li gel ruhê wê, pêkanîna civaka exlaqî û polîtîk e ku rebaza jiyana wê îfade dike. Avakirina Rêveberiya Xweser/Xweserî ya Demokratîk e. Di heman demê de bi heqîqetkirina Konfedralîzma Demokratîk a ku bedena Neteweya Demokratîk e. 

Li cihekî ku demokrasî lê nebe yan jî bermahiyên wê biçûk û lewaz be, ji ber ku wê hişmendiya zilam serdest be, lewma wê tehemûla Hevserokatiyê nekin. Demokrasî di heman demê de taybetmendiyên azadiyan û hêmana tehemûlê bi tak, civakan (çi jin dibe çi jî mêr ferq nake) û çanda pir rengiyê dide qezenckirin. 

Hêmana tehemûlê çiye; yasayên exlaqî û pîvanên demokratîk ên bi hişmendî û kesayetê dayî qezenckirin e. Zanebûn û karaktera demokratîk e.

Taybetmendiyên azadiyê; her kesî/ê weke xwe zanîn ango tişta ku ji bo xwe rewa û heq dibîne ji bo yên din jî guncav û pêwîst dizane ye. Her wiha tu kesî/ê sînordar nekirin, astengî li pêşiya xwestekên wê/î dernexistin û heta asteng nebûyîna li hemberî tevgera wan a di çarçoveya berjewendiyên civakî de pêk tîne ye. Ji bo yên ku di asta evînê de girêdayî jiyanê ne, mirov nikare pirsgirêkên bi vî rengî bike mijarek. Ber ku pirsgirêkbûyîn ji hişmendiya zilamsalar û bermahiyên wê çavkaniya xwe digire. Bi qasî ku ji wê were paqijkirin, wê ev qasî prensîbên demokrasî û azadiyê ango jiyan vegere cewhera xwe. Êdî wê hewceyî hewldanên xweser nebe. Di dema ku têgînên mîna tehemûl û pejirandina ji neçarî wateya xwe wenda dike, kesayet û feraseta demokratîk cewherî dibe û tê pejirandin. Di rêya mirovê azad  de mesafeyek tê qezenckirin, di heman demê de dikeve ser rêya heqîqeta ferd û civakê. 

Di hişmendiya zilam û hêmanê desthilat de ku şeklê pêkhatî ya wê ye û pergala dewletê, bi taybetî jî di pergala modernîteya kapîtalîst de sîstema serokatî heye. Di pêkhateya ku ji serokatiya dewletê bigire heya serokatiya şaredariyê û partiyê bi giştî hikumkirin heye. Hêmana egoyê di asta herî jor de ye. Gotina “Ez” bi bandor e. Rengê xwe dide hemû erk û rayeyan û mohra xwe lê dide. Ew mohre, hem hişmendî, hem karakter û hem jî karayî ya egoyê ye. Pêkhatina ego-hegemonya ya girêdayî sîstemê (pergalê) ye. Sîstemên serokatî ku tê de hikumdariya zagonî ya yek kesî heye, xwedî taybetmendiyên otorîtertî, faşîzm û dîktatortiyê ye û jê re zemîn e. Li her cihê ku hikumkirin hebe, pêkanînên antî demokratîk û antî azadî sînor nas nakin. Nîqaşkirin, hizir avakirin, proje pêşxistin û her wiha nîşandayîna seknên rexnegir ne pêkane. Encax eger di berjewendiya sîstema daneyî de be, yan jî di çarçoveya heman mantiqî de fikir û pêşniyar bên pêşkêşkirin, dikare bersiva xwe bibîne. Berevajî, vê bendên ku nayên derbaskirin, rêyên ku astengin û her cûre tawanbarkirin û qedexe wê hebûna xwe bidomînin.

Li gorî dîroka nêzîk, sîstema modernîteya kapîtalîst, naveroka Hevserokatiyan vala dike yan jî berevajî dike û alternatîfên ku vê ji şekil û karê wê yê esas dûr dixîne pêşkêş dike. Di hin partiyan de sîstema Hevserokatî tê pêkanîn. Encax wê şêwazê Hevserokatiyan ji aliyê hundur ve vala dihêlin, di heman demê de pîvanên exlaqî, prensîbên demokratîk û pîvanên azadiyê bê kêr dihêlin û rê didin ku wateya xwe wenda bike. Tu yê bêjî pergalên serokatî yên ku bi maskeya Hevserokatiyê hatibe nixumandin in.

Hevserokatî şeklê hatina gel hev a xwezayên yek û du ye. Her du xweza jî di nava vê modelê de hebûna xwe didomînin. Xwedî taybetmendiya nerm in. Modeleke ku navendgerayiyê bi prensîbên demokratîk dihelîne û azadiyan jiyanî dike ye. Li hemberî sîstema desthilat û dewletê alternatîfe. Her çiqasî li hin welatên Ewropayê bi şêweyên cuda pêk hatibin jî lê ji îfadekirina cewhera wê ya esas pir dûr e. Ji pir aliyan ve şeklî dimîne.

Mijara esas ew e ku Hevserokatiyê rast fêhm bikin û bi pîvanên guncav pêk bînin. Ne xwe Hevserokatî, cudakirina erk û rayeyan nîne. Her wiha nayê wê wateyê ku di bin navê Hevserokatiyê pêkhateyên mîna sazî, partî, şaredarî û hwd bikin du beş, ew der di bin erk û rayeya min de ye, ev der jî yê te ye, nîne. Dikare dabeşkariyekî nerm a kar pêk bê. Lê di nîqaş, çûyîna biryarê û bi projekirinê de teqez pêwîste ku bi hev re tevbigerin û helwestên hevbeş diyar bikin. Mijareke ku nebe nabê ye. Bi îfadeyekî şênber mirov dikare bêje ku hevgirtîbûyîna koordîneyê ye. Ji danûstandina hizrî bigire heya biryarên pêkanînê, di her qada erk û rayeyan de bi hevbeşbûyîn bingeh e. Li cihekî ku xisûsên hevbeşbûyînê ji hundur, bi xwestek û zanebûn pêk neyê, tê wê wateyê ku li wê derê Hevserokatî qediyaye û model hatî mezaxtin. Tê wê wateyê ku nexweşiya desthilat xwe ferz dike û çalak bûye.

Di mijara pêkhatina pêşengtî û azadiya jinê de Hevserokatî bingeh û karayîyekî girînge. Tê wê wateyê ku jin li ser bingehê azadiyê, di her qadekî ya jiyanê de çalak û bi bandor e. Tevlîbûna jin weke hevserok a di pergala rêveberî ya Demokratîk-Civakî de wê li hemberî hikumdartiya pênc hezar salî ya desthilat-dewlet bisekîne. Her fikir û modelek ku pêk neyê ango pratîk nebe nikare wate qezenc bike. Qada pêkanînê, ketina meriyetê ya wê fikir û modelê ye. Helbet di wir de ya esas naverok e. Berevajî wê vê serwertiya zilam bidome. Dixwaze saziyên biçûk be yan jî pêkhateyên mezin be, li gorî taybetmendî û karakterên hêmana desthilat nayê parvekirin. Lê Hevserokatî di wateya koordîne de tenê hevbeşbûna raye û erkan nîne. Modeleke ku di berpirsiyartiyan û hesab dayînan de hevbeş dibe. Li hemberî her cûre paşverûtî, nêzîkatiyên antî-demokratîk û pêkanînên derveyî azadiyê hevbeş tevdigere. Hevserokatî weke model di ast û karayiyekî ku hişmendiya zilamsalar û berhemê wî ango hêmanê desthilat dihelîne û di zemînekî ku wê bê wate bike de ye.

Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî nêzî nîv sedsal xebat û têkoşînê, ne tenê karî gelê Kurd ji pençeya qirkirinê rizgar bike, ber ku anî wê astê ku îro bi xwe bibe xwedî sîstema xwe ya civakî. Her wiha ji hemû gelên herêmê û tevahî mirovatiyê re bibe mînak û pêşeng. Pergala xweseriya demokratîk a di çarçoveya konfedralîzma demokratîk ku bi xêra feraseta xwe ya neteweya demokratîk ji bo pêkvejiyana bi hemû gel, bawerî, reng û neteweyên din re vekirî be. Îro di şexsê Rojavayê Kurdistanê li gelek cihên Kurdistanê ev pergal xwe ava kiriye û roj bi roj bi têkoşîneke bê navber nebesiyên xwe temam dike û xwe belavî her deverê dike. Yek ji wan deverên Kurdistanê ku ev pergal tê de hatî avakirin wargeha penaberan a Mexmûrê ye. Gelê li Mexmûrê dijî ne tenê wek sembola berxwedan û redkirina zilm û zorê ye berku di heman demê de pêşengê avaker yê pergala konfedralîzma demokratîke. Di vir de dixwazin rewş û asta saziya Hevserokatiyê ku ji sala 2015’an ve bi awayekî fermî hatî rûnişkandin, ji zimanê hevserokên Meclîsa Gel a Demokratîk ya wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) fêr bibin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Çîçek Cengîz li ser girîngiya cih û tevlîbûna jin a di saziya Hevserokatî, rêveberî û mekanîzma biryardanê nirxandin kir û diyar dike ku sîstema Hevserokatiyê di avakirina wekhevî û çareseriyê de modela herî guncav e û weke jin-civak dikarin bi hêsanî li ser rewşa xwe û ya civakê bibin xwedî vîn û biryar. Her wiha tîne ziman ku Hevserokatî yekane alternatîfe li hemberî sîstema serokatî ku berhemê hişmendiya zilamsalar e. 

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Hecî Kaçan jî diyar dike: “Beriya niha ango ji destpêka penabertiyê heya sîstema Hevserokatiyê pêş bikeve jî pergala civakî ya wargehê di warê şekil de her çiqasî ne Hevserokatî bû lê ne pergalekî wisa bû ku mirov bikare bişibîne sîstema serokatiyê ya dewletan. Sîstema meclîs ku li ser esasê kotayê xwe birêxistin dikir û bi rêya hilbijartinên rasterast ya gel pêk dihat di meriyetê de bûye. Wate mirov nikare bêje ku weke feraset pir dûrê feraseta heserokatiyê bû. Lewaztî û nebesî hebûn, ku yek ji wan nebesiyan jî avakirina pergal û mekanîzmeya wê ku vê ferasetê baştir îfade bike ye. Ev jî pergala Hevserokatiyê ye.

Kaçan wiha qala çawatiya pêkanîna Hevserokatiyê, zehmetiyên ku ji fêrbûnên kevin çavkaniya xwe digirt û di aliyê civakî de sedemên ku hişt derbasê pergala Hevserokatiyê bibin dike.