Hevseroka Goç-Derê: Em di nav Partiya Çep a Kesk de kom bibin

Hevseroka Goç-Derê Gulşen Kûrt, bal kişand ser girîngiya hilbijartinê ya ji bo sedsala jinan û bang li hemû jinan kir ku di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de kom bibin.

Hevseroka Goç-Derê Gulşen Kûrt diyar kir ku ev hilbijartin wê ji bo sedsala jinan û destkeftiyên jinan bibe qonaxek.

Hevseroka Komeleya Şopandina Koçê ya Serhedê (Goç-Der) Gulşen Kurt ji ANF'ê re axivî. Kurt da zanîn ku hilbijartinên sala 2023'an wê di avakirina komara demokratîk de xwedî girîngiyeke mezin be û destnîşan kir ku wê di pêşengiya keda jinê de avadankirin pêk were. Kûrt got: “Ev hilbijartin wê bibe sedsala jinan û qonaxeke destkeftiyên jinan. Ji ber vê yekê em hêza jinê, rêxistinbûna jinê û destkeftiyên jinan li her derê û li her qadê derdixin pêş. Ji bo jinên penaber li qadên baş bimînin û  trajediyên wan bi dawî bibin û ji bo polîtîkayên bêcezakirinê yên li ser jinên hatine qetilkirin bi dawî bibe, me giştînameyek belav kir. Me cihekî mezin da mafên jinan û penaberan. Ji bilî vê, ev hilbijartin ji bo jinan û rêxistinbûna wan jî xwedî girîngiyeke mezin e.”

JIN JIYANÊ AVA DIKIN

Kurt diyar kir ku jin civakan ava dikin, civak bi pêşengiya jinan tên jiyîn û got “Ji ber vê yekê hilbijartinên 2023’an ji bo me jinan xwedî girîngiyeke mezin e. Jin wê pêşeroja civakê ava bike. Em hêvî dikin ku jin li heqîqeta xwe xwedî derkevin û van xebatên hilbijartinê bi rêxistin bikin. Hêza jinê ne tenê di Partiya Çep a Kesk de, di hemû rêxistinên sivîl û di hemû qadên jiyanê de xwedî girîngiyeke mezin e. Di heman demê de hêza wan heye ku civakê ji nû ve biafirînin, bi rêxistin bikin û jiyanê ji nû ve ava bikin.”

Kûrt bang li hemû jinan kir ku xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û got “Divê di nav Partiya Çep a Kesk de xwe bi rêxistin bikin da ku xebatên wan zêdetir tevlî civakê bibe. Em her tim li ser vê mijarê dixebitin. Bi buroyên jinan ên ku me taybet ji bo jinan vekirine, em amadekariya hilbijartinan dikin. Me buroyên hilbijartinê yên jinan vekir. Her buroya ku em vedikin, bi coş û moralek mezin dikevin hilbijartinên 2023’an. Em bang li hemû jinan dikin ku di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de bixebitin.”