Hevseroka Şaredariya Qersê Şevîn Alaca nehate berdan

Hevseroka Şaredariya Qersê ya ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatî xespkirin Şevîn Alaca di rûniştina îro pêkhatî de nehate berdan.

Hevseroka Şaredariya Qersê Şevîn Alaca ku erka wê ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatî xespkirin û 8’ê Cotmeha 2020’an hatibû girtin, 2. Rûniştina ji bo doza wê li 2. Dadgeha Ceza ya Giran a Qersê pêkhat. Alaca ku bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê ku lê girtiye bi rêya Sîstema Pêywendiyê ya bi Deng û bi Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû, parêzer li salonê amade bûn.

Di rûniştinê de Alaca mafê axaftinê girt û diyar kir ku ev li dijî wan belgeyên ku li ser gelek dozan hatî zêdekirin û di rûniştina pêşîn de hatibûn xwestine û daxwaza berdana xwe kir. Parêzerên Alaca bi li ber çavgirtina dema girtina wê re daxwaza serbest berdana Alaca kirin.

Piştre dadgehê ku biryara xwe dayî daxwaza temamkirina mijarên kêmmayî yên di dozê de kir û biryara domkirina girtîmayîna Alacayê da.

Rûniştina bê taloqê 6’ê Nîsanê kir.