Hevşaredarên Pasûrê jî di nav de 5 kes hatin girtin
Bi hinceta lêpirsîn li ser teqîna ku li Pasûrê ku 7 kes hatibûn kuştin, li gel Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay jî 3 kes hatin girtin.
Bi hinceta lêpirsîn li ser teqîna ku li Pasûrê ku 7 kes hatibûn kuştin, li gel Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay jî 3 kes hatin girtin.
Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay, Midûrê Karê Fen Şener Aktaş, Hevserokê Pasûrê Abidîn Karaman ê di çarçoveya lêpirîna teqîna li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn destgîrkirin. Dîsa Mehemt Emîn Ay piştî karê wî yê li emniyetê û şûnde sewqî Edliyeya Pasûrê hate kirin.
Piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê her 5 kes sewqî Dadgeha Ceza ya Pasûrê hate kirin. Dadgehê bi îdîsaya domandina lêpirsînê, bi ihtimala delîlên nû, bi hinceta gumanên sûc ên bihêz biryara girtinê da.