Hevşaredarên Nisêbînê û Colemêrgê hatin destgîrkirin

Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergiz û Ferhat Kut jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman jî hate destgîrkirin.

Piştî êrîşên dagirker ên Tirkiyê yên li ser Rojava li Mêrdîn û navçeyên wê operasyonên destgîrkirinê  jî berdewam dikin. Polîsan vê sibehê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Polîsan bi ser mala Hevşaredar Semîre Nergiz û çûn gundê Zorava jî bi ser mala Hevşaredar Ferhat Kut de girtin û û her du hevşaredar destgîr kirin.
 
POLÎSAN BI SER MASEYA KRÎZÊ Û ŞAREDARIYÊ DE JÎ GIRT 
 
Her wiha polîsan bi ser “Maseya Krîzê” de jî girt, ya ji bo mexdûriyeta xelkê Nisêbînê ve hatibû avakirin . Polîsan dema bi ser vir de girt,  li xebatkarên maseya krîzê da.
Diyar bû ku polîsan pozê xebatkarek şaredariyê şikandin û zeniya  xebatkerekî birîndar kirine. 
 
Dema ku bi ser Maseya Krîzê de girtin, polîsan endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Emîn Alkan ê HDP’yî destgîr kirin.
 
Hat ragihandin hevşaredar û encûmen ên hatine destgîrkirin li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê tên ragirtin. Tê payîn wan bibin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. 
 
Diyar bû ku hejmara kesên ku hatine destgîrkirin li navçeyê dibe ku zêde bibin. 
 
Li aliyê din polîsan serê sibê li avahiya Şaredariya Nisêbînê lêgerîn pêk anî. 
 
HEVŞAREDARÊ COLEMÊRGÊ JÎ HAT BINÇAVKIRIN
 
Li Colemêrgê jî polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girt. Li avahiya şaredariyê lêgerîn dewam dike. Di heman wextê de polîsan bi ser mala Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman de jî girt. Karaman hat destgîrkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.