Hevşaredarên girtî ev çend hefte ne li hucreyê ne

Hevşaredarê Bedlîsê Huseyîn Olan û Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ûgûr, di dawiya sala 2016'an de hatin girtin, bêyî ku hincetek bê nîşandan li hucreya şexsekî hatine bicihkirin.

Hevşaredarê Bedlîsê Huseyîn Olan, ku di 25'ê Mijdara 2016'an de, Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ûgûr jî, ku di 14'ê Kanûna 2016'an de di operasyonên qirkirina siyasî de ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatin girtin, ev bû çend hefte ku bêyî hincetek were nîşandan li hucreya şexsekî hatine bicihkirin.

Li girtîgehan, ku piştî ragihandina Rewşa Awarte veguherîne hêlîna îşkenceyê, sirgûn û tecrîd di asta herî dijwar de ne.

HUCREYÊN LÊ TÊN GIRTIN, HÊ TÊN ÇÊKIRIN

Xwişka Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ûgûr Raîfe Ergul bibîr xist, ku Ûgûr sirgûnî Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2. a Xarpêtê hatiye kirin û bêyî hincetek were nîşandan, bi tena serê xwe li hucreyekê hatiye bicihkirin. Ergul got, "Rojek beriya birina girtîgeha Xarpêtê, rêveberiya girtîgeha Bedlîsê li me geriya û got, ku birayê wê xistine odeyeke din, lewma nikarin sibê wî bibînin. Em piştre pê hesiyan ku birayê min sirgûnî girtîgeha Xarpêtê hatiye kirin. Ji xwe serê du mehan carekê dihêlin ku em hev bibînin. Qîma xwe bi vê jî neanîn û rabûn ev mafê me yê hevdîtinê jî vê carê betal kirin. Herî dawî di hevdîtina vekirî ya 11'ê Gulanê de me hev dît. Zêdeyî 3 hefte ne, bêyî hincetek were nîşandan, li hucreya şexsekî tê girtin. Ne tenê ew, Hevşaredarê Bedlîsê Huseyîn Olan jî çend hefte ne li hucreya şexsekî tê girtin. Hucreyên ku ew lê ne jî hê çêkirina wan temam nebûye û înşaet e. Xwarina ji wan re tê dayîn jî nebaş e. Name û rojnameyan nadin wan. Rewşa wan qet nebaş e."

SÛCÊ KU KIRINE, XIZMETA JI BO GEL E

Ergul diyar kir, girtina birayê wê Îhsan Ûgûr û hevşaredarên din, weke neheqiyê bi nav kir û got, "Birayê min weke hevşaredarekî ji aliyê gel ve hate hilbijartin, bi erk û wezîfeya xwe radibû. Tenê sûcekî wî hebû ew jî; gel jê gelekî razî bû. Ji ber vê yekê bû hedef. Bi vê yekê re ne tenê wî, her wiha vîna gel, me jî heps dikin. Em dixwazin dawî li vê girtinê bê anîn."