Hevşaredarên Colemêrgê: Em ê ji bo gelê xwe bênavber bixebitin

Hevşaredar Cîhan Karaman û Humeyra Armût ên li Şaredariya Colemêrgê piştî serdema qeyûm dest bi kar kirin, diyar kirin ku wê ji bo gel bênavber bixebitin.

Hevşadarên Colemêrgê yên HDP'î Cîhan Karaman û Humeyra Armût qala karên xwe yên heta niha kirin.

Karaman diyar kir ku qeyûm di nava du sal û nîvan de enqazek afirand û wan jî ew enqaz dewr wergirtin.

Karaman ragihand, di dema qeyûm de xebatkarên şaredariyê hemû hatin guhertin, qeyûm kesên derdora xwe ji deverên cuda tevlî kar kir, îhaleyên şaredariyê bi gelekî erzanî pêşkêşî alîgirên xwe kir û got, "Welê lê hatibû ku armanca îhaleyan ne xizmeta ji bo gel bû, xizmeta ji bo alîgirê xwe bû."

Karaman diyar kir ku qeyûm derfetên gelê Colemêrgê belasebep bi kar anî û got, "Di nava zivistanê de, di sermayê de rê asfalt kirin. Ew rê niha di rewşeke xerab de ye. Ne ji bo xizmetê, ji bo xapandinê hin kar kirin. Em ê hesabê vê yekê bipirsin. Her wiha rêya bisikletan hebû ku bi 90 ji sedî yê alîkariya dewletê hate kirin. Piştî ku me şaredarî bi dest xist alîkariya dewletê jî di vê projeyê de ji holê rabû. Yanî gel ceza kirin."

Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût diyar kir, ku ji dema bûn şaredar û vir ve hewl didin gelek projeyên xwe pêk bînin, lê belê walî dibe asteng û got, beriya qeyûm rêjeya karkerên şaredariyê 40 ji sedî bû, di dema qeyûm de bû 60 ji sedî.

Armût ragihand, piraniya kesên li şaredariyê niha dixebitin li deverên ku pêwîstî pê nînin hatine karkirin, deverên ku pêwîstiya xwe bi kar keran hene jî vala ne û got, "Dema ku em çûn ÎŞKÛR'ê û me xwest personelan werbigirin, gotin 'destûra walî beg nîne. Di vê mijarê de em nikarin bibin alîkar'. Ne tenê li ÎŞKÛR'ê li gelek saziyan rewş bi vî rengî ye."

Armût ragihand ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Colemêrgê pirsgirêka avê ye û destnîşan kir, ku wê vê pirsgirêkê di dema herî kurt de çareser bikin.

Armût diyar kir ku wan dest bi çêkirina rê kirine û qet nebe heta zivistanê wê rêyên sereke amade bikin.