Hevşaredarê Şaxê hat girtin
Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartû, ku di operasyonên qirkirina siyasî de hat binçavkirin, hat girtin.
Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartû, ku di operasyonên qirkirina siyasî de hat binçavkirin, hat girtin.
Ji 18 kesên pêr li navçeya Şax a Wanê hatin binçavkirin, 5 kes ku Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartû jî di nav de ye, duh birin edliyeyê.
5 kesên ku danê êvarê îfadeya li dozgeriyê qediya, bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" sewqî Dadgeha Ceza ya Esliyê hatin kirin. Hevşaredar Bartû, Alîkarê Hevşaredaran Tûrgût Babûr, endamê Meclîsa Şaredariyê Atar Ertaş û rêveberên DBP'ê nîhat Babûr û Vehbî Batûr hatin girtin.
13 kesên di heman operasyonê de hatin binçavkirin, hê li emniyetê girtî ne.