Hevşaredarê Mehsertê Tekîn hate girtin

Hevşaredarê Mehsertê Suleyman Tekîn ji di nav de, 4 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Hevşaredarê Mehsertê Suleyman Tekîn û xebatkarên Şaredariyê Hakki E., Sercan G. û Mehmet B. ên ku 27'ê Kanûna 2016'an li naveçeya Mehsert a Mêrdînê hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Li Mêrdînê 4 kesên bi îdîaya êrîşa 23'ê Hezîranê li dijî Fermandariya Jendermeyan a navçeya Mehsertê hatiye lidarxistin, hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li Midûryeta Emniyeta navçeya Mehsertê hate girtin û şûn  de sewqî Dadgeha Ceza û Sûlh a Mêrdînê hatin kirin. Tekîn û xebatkarên Şaredariyê yên ku sewqî dadgehê hatin kirin bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Her 4 kesên hatin girtin şadin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E a Mêrdînê.