Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Hevşaredarê Dutaxê hat binçavkirin

Hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê vê sibehê li navçeya Dutax a Agiriyê avêtin ser malan û tevî Hevşaredarê Dutaxê Firat Ozturk, gelek kes binçav kirin.

Li navçeya Dutax a Agiriyê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malan. Piştî ku Şaredariya Dutaxê di 11'ê Çileyê de bi rêya qeyûm hat desteserkirin, di serdegirtina vê sibehê de Hevşaredarê Navçeyê Firat Ozturk hat binçavkirin.

Tevî Hevşaredar Ozturk, her wiha Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Salih Aydin, Hevşaredarê DBP'ê yê Navçeyê Hakan Tûrgût, Kemal Tûrgût, Fecrî Ogûl, Bulent Ogûl, Abdulmenaf Ylidiz û li Stenbolê jî welatiyê bi navê Baran Ozturk hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, di serdegirtinan de bi qasî 45 kes hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Dutaxê.