Hevşaredara Qoserê hate destgîrkirin

Hevşaredara Qoserê Nîfûler Elîk Yilmaz, ku qeyûm li şûna wê hatibû danîn, hate destgîrkirin.

Li  Qoserê ya Mêrdînê vê spedeyê polîsên Tirk bi ser mala Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz de girtin, ku Elîk  4’ê Mijdarê  bi fermana Wezareta Karê Hundir  ê Tirk ji peywirê hatibû girtin û qeyûm anîbûn şûna wê. Her wiha bi ser mala Cihgira Hevşaredarên Qoserê Dîlber Sulhan de jî girtin. Polîsan mal seht kirin û piştî lêgerînê Yilmaz û Sulhan destgîr kirin.
 
Diyar bû ku Yilmaz û Sulhan bi çarçoveya lêpirsînekê, ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin hatine destgîrkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. 
 
Têkildarî destgîrkirina Elîk û Sulhan agahî nedan parêzerên wan. 
 
Li aliyê din hat ragihandin ku polîsan bi ser mala Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek de jî girtine û ji ber ku ne li malê bûye nehatiye destgîrkirin.