Hevşaredara Qers Alaca û gelek kes hatin destgîrkirin

Li Qersê Hevşaredar Şevîn Alaca jî di nav de gelek HDP'yî bi êrîşên qirkirina siyasî hatin destgîrkirin.

Li Qersê bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî polîsên Tirk bi ser mala rêveberên Şaredariya HDP'ê û rêveberên partiyê de girtin. Polîsên Tirk bi çarçoweya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Qersê bi ser mala Hevşardar Şevîn Alaca û Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cengîz Anli de girtin. Di operasyonê de derheqê 19 kesan biryara girtinê heye, piştî ku polîsên Tirk bi ser malan de girtin Alaca û Anli jî di nav de gelek kes hatine kelepçekirin û destgîrkirin.

HDP'yî bi îdîaya ku 'endamên rêxistinê' ne birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Hin kesên ku hatine destgîrkirin: Hevşaredar Şevîn Alaca, Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Cengiz Anli, Alîkara Hevşaredar Muazzez Çagritekincî, Fahrettîn Kaya, Kaya Nakî, Suat Bayhan, Hamît Taşdelen, Reîz Baykiz, Zorba Başkurtlu, Bulent Agbaba, Şengul Erkmen, nûçegihan Sevda Munduz.