Hevşaredara Qereyaziyê Goksu hate girtin
Hevşaredara Şaredariya Qereyaziyê ya HDP'yî Melîke Goksu hate girtin.
Hevşaredara Şaredariya Qereyaziyê ya HDP'yî Melîke Goksu hate girtin.
Îro Hevşaredara Qereyaziyê ya Erzeromê Melîke Goksu, 2 endamên meclîsa şaredariyê û 5 kesên din hatibûn destgîrkirin.
Ji kesên ku hatin destgîrkirin 6 jê hatin berdan lê Hevşaredara HDP'ê ya Qereyaziyê Melîke Goksu piştî ku cezayê girtîgehê yê 7 sal û 6 mehan di rûyê wê de hate xwendin, hate girtin.
Wê Goksu bibin Girtîgeha Tîpa T'yê ya Erzeromê.