'Hevala Sara sembola berxwedana jinên Kurd e'
Gerîlayên HPG'ê dan xuyakirin, ku xeta Sarayan ti carî ji holê ranebe û destnîşan kirin, ku bi hezaran şoreşger îro di xeta Sarayan de dimeşin.
Gerîlayên HPG'ê dan xuyakirin, ku xeta Sarayan ti carî ji holê ranebe û destnîşan kirin, ku bi hezaran şoreşger îro di xeta Sarayan de dimeşin.
Gerîlayên HPG'ê ji ber salvegera komkujiya Parîsê, ku 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2016'an de li Parîsê hatin kuştin, ji ajansa me re axivîn
ÇEKDAR ARMANC: Îro 9’ê Çilê, salvegera şehadeta 3 şoreşgêrên mezin, heval Sakîne, heval Rojbîn û heval Ronahî ye.
Min di nav civakê de jî û di nav şoreşê de heval Sara bi têkoşîna wê nas kir. Min ew bi têkoşîna wê ya li Zindana Amedê û bi berxwedaniya wê ya mezin a di nav rêxistinê de nas kir. Vê mijarê bandoreke mezin li min çêkir kut evlî nav têkoşînê bibim. Bi taybetî jî pirtûka wê, dema ku min xwend, di xeta azadiyê de, di asta herî bilind de rêyeke mezin li me vekir. Weke di pirtûka xwe jî nivisiye, Jiyana min her tim şer bû, li dijî faşîzm û dagirkeriyê, şer û têkoşîneke bêhempa da.
Ez jî ji nav bi hezaran şoreşgeran yek ji wan im ku di xeta Sara de dimeşin û li her devera Kurdistanê û dinyayê têkoşînê didin. Her çi qasî hêzên komploger xwestin ku Serokatiya me û pêşengên me yên rêxistinê tine bikin jî, bi ser neketin û bi ser nakevin jî. Bila baş zanibin ku xeta Sara ti carî têk naçe û em jî weke milîtanên Rêber Apo sond dixwin heta ku yek dilop xwîna di canê me de hebe, li çiyayên azad û li hemû deverên dinyayê di xeta Sara de em ê têkoşîneke pir mezin bidin.
HETA NIHA XWÎNA TI HEVALÊN ME YÊN ŞEHÎD LI ERDÊ NEMA YE
MORDEM BAZ: Îro li salvegera şehadeta her sê jinên azad, Ş.Sara, Ş.Rojbîn û Ş.Ronahî bi bîranîna wan em şoreş û berxwedana xwe bi pêş dixin û bi ser dixin. Li ser wan esasan serkeftin û bîranîna wan şehîdan di rih û kesayetê xwe de em ê pûç bikin. Weke Serokatî jî pênase kiriye, 9’ê Çilê û şehîdxistinan wan hevalan dûyemîn komkujiya Dersîmê ye. Ev jî berdewamiya komploya navnetewî ya li dijî Kurdan bû , destpêk li ser Serokatî û piştre jî li ser wan hevalan hat meşandin. Xwestin di kesayeta Ş.Sara û hevalên wê de projeya Serokatî girtî bihêlin û wî bê karîger bikin. Lê belê ji ber ku serokatî li hember wan komployan herdem amade ye û dahûrandinekî kûr ser çê dike,şehadeta wan hevalan bi berxwedanî û têkoşînekî mezin bersivand û komplo pûç kir.
Weke tê zanîn di despêkê têkoşînê de heta roja îro heval Sara cihekî xwe yê taybet heye. Bi taybet li zindana Amedê, kêliyên din yên jiyanê jî di pirtûkê xwe de nivisiye, ev tekoşîn û berxwedanî hêz dida her milîtanekî. Di bin îşkenceyên giran de ku li zindana Amdê rû bi rû maye heya dawî berxwedaniyekî pir mezin li hember dijmin daye meşandin û tu carî bejna xwe netewandiye, ji bo ked û têkoşîna wan şehîdan e ku em heta îro hatine. Di rêxistinê me de heya niha xwina tu hevalekî şehîd li erdê nemaye, ji bo vî jî em bi xwîna şehîdên xwe soz didin ku tola heval Sara û hevalên wê bistînin û ev tolhildan heta serkeftinê berdewam bike.
EM BI KEDA WAN HATINE VAN ROJAN
ASO ZAGROS: Dema şehadetê wan hevalan ez hîn tevlî refên gerîla nebûbûm û naskirinekî min hemberî wan nîn bû, piştî tevlîbûnê hem ji hevalan û hem jî ji perwerdeyên ku rêxistin daye me û her wiha ji pirtûkan min heval Sara nas kir ku çi kesayetekî xurt û karîger bûye.
Weke tê zanîn ev qetlîam li Parîs pêk hat. Çawa dewletên emperyalîst xwestin li hemberê tevgerê azadî û Serokatî astengî çêbikin ev jî berdewamiya vî komployê bû. Lê ev bi ser neket û bi ser nakeve. Heval Sara sembola berxwedaniya jinên Kurd bû û bi sekna xwe ya li zindanê Amedê û tekoşînê xwe pêşengî li nirxê rêxistin û gelê Kurd kir. Li ser keda wan hevalan em dijîn û têdikoşin, li ser wî esasê em bi rêzdarî wan bi bîr tînin û dîsa sond dixwein ku em li pey şopa wan bin.
EM ŞAGIRTÊN HEVALA SARA NE
KARKER SERBEST: Ez 2013’an tevlî nav refên gerîla bûm. Destpêkê ez komkujiya 9’ê Çilê şermezar dikin. Komploya li ser heval Sara bi rastî jî li ser gelê Kurd hemûyî bû. Ev komplo ne li dijî şexsekê bû, li dijî gelê Kurd bû, li dijî Dêrsimê bû. Komkujiya Dêrsimê dîsa dubare kirin. Belkî me nedît, em pê re nejiyan lê şexsê heval Sara di hemû aliyan de mînak bû. Ji bo Kurd, ji bo jinên Kurd mînak bû. Heval Sara çawa li zindana Amede li dijî Esad Oktay li ber xwe da berxwedana xwe li her derê domand. Heq ji hemû dijwariyan derket. Hêza jina şoreşger bû. Em ji sekna wa û jiyana wê bandor bûn. Em ê hertim jiyana heval Sara ji bo xwe mînak bigrin û li ser xeta wê bimeşin. Em şagirtê heval Sara ne. Weke ku di pirtûkê xwe de jî dibêje jiyana wê her şer e. Ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jin û gelên bindest têkoşiya heya dawî. Careke din em her sê jinên şoreşger bi bîr tînin. Heval Sara şexsek nebû civakek bû.
NIKARIN VÎN Û BAWERIYA DERKETIYE HOLÊ BIŞIKÎNIN
KENDAL KARKER: Em di salvêgera komkujiyê de, komkujiya li ser her sê jinên şoreşger şermezar dikin. Heval Sara di damezrandina PKK’ê de weke jina destpêke cîh girtî ye ye. Li Kurdistanê û tevahiya cîhanê pêşenga jinan bû. Yê ku ew komkujî kirin jî xwestin pêşiya jinê bigrin lê nêkarîn pêşiya jinan bigrin berevajî hîn ji mezintir bû. Ji ber ku sekna heval Sara li ser tevahiya jinan bondor kiribû. Lê belê di şexsê heval Sara de nekarîn jinê bêdeng bikin. Mirov dikare mînaka sekna wê ya di nav PKK’ de bide. Hevalên ku pê re mane birêxistin bûyîna wê, bi sekna wê ya li ser PKK’ê, li ser hevaltiyê pir bibandor bûne. Bi Serokatî re ya ku yekem car weke jin cîh girtî heval Sara bû. Niha bi hezaran kes jê bandor dibin û tevlî dibin. Em careke din bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Îro bi heval Sara pêşengên jin ên mezin derketine. Nikarin îrade û baweriye ku niha ava bûye bişkînin.