Heta ku PDK xwe bispêre TC, wê nikaribe hebûna xwe biparêze

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, heta ku PDK li gorî TC a têk diçe tevbigere, heta ku xwe bispêre tifaqa AKP-MHP'ê, wê siberojeke xwe tine be.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya 'Ulkeden' a News Channelê bû û bersiv da pirsên rojnamevan Dervîş Eren. Di vê beşa duyemîn a hevpeyvînê de Kalkan destnîşan kir, ku çawa Osmanî têk çû, dewleta Tirk jî li ber têkçûnê ye û hişyarî da PDK'ê.

ÊRÎŞÊN LI ŞENGAL Û QEREÇOXÊ LI DIJÎ PÎROZMENDIYÊN MIROVAHIYÊ HATIN KIRIN

Kalkan bal kişand ser êrîşên balafirên şer ên Tirk ên li dijî Şengal û Qereçoxê û bibîr xist, ku ev êrîş di êvara 24'ê Nîsanê, salvegera Qirkirina Ermeniyan de hatiye kirin.

Kalkan got, "Ev êrîşeke qirkirinê bû, ku xwestin qirkirina beriya niha bi 102 salan dan destpêkirin temam bikin. Êrîş li pîrozmendiyên Kurdan û mirovahiyê hate kirin. Şengal cihekî pîroz e. Di nava parastina Neteweyên Yekbûyî de ye. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê Şengal nirxekî mezin e. Yanî êrîş li dijî pîrozmendiyê, li dijî nirx hatiye kirin. Qereçox jî Biryargeha YPG'ê ye. YPG-YPJ jî weke tevgereke berxwedanê ya li dijî DAIŞ'ê derkete holê. Li dijî faşîzma DAI'ê, ku bûye belayê serê gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, yekane hêza li ser piyan ma, ew qels kir û rê li ber hilweşîna wê vekir, YPG ye. YPG veguherî sembol û pêşengê berxwedana mirovahiya azad û bû hêviya mirovahiya azad. Jinên milîtanên YPJ'ê, li dijî zilma DAIŞ'ê ji bo azadiyê mirovahî rakirin ser piyan. Êrîş li dijî van hemûyan hatin kirin."

ÊRÎŞ JI BO PARASTINA DAIŞ'Ê HATIN KIRIN

Dûran Kalkan destnîşan kir, ku armanceke êrîşê, parastina DAIŞ'ê bû û wiha dewam kir: "Di têkoşîna DAIŞ'ê de Tebqa li hemana ye. Reqa jî wê bikeve. Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku YPG-YPJ pêşengiyê jê re dike, ber bi paytexta DAIŞ'ê ve dimeşin. Di rewşeke bi vî rengî de êrîş li biryargeha wan hate kirin. Ji vê re jî gotin 'Mertala Dîcleyê'. Ev yek hewldaneke vekirî ya ji bo parastina DAIŞ'ê ye. Hê hin kes hene, ku bawer dikin 'rêveberiya Erdoga li dijî DAIŞ'ê têdikoşe'. Divê mirov ewqasî saf nebe."

Kalkan bal kişand ser têkiliya van êrîşan bi bûyerên li nava Tirkiyeyê diqewimin û got, "Li hundir, tevgera gel tê binpêkirin. Ji bo eciqandina tevgera 'NA ji faşîzmê re' ku weke encameke girîng di 16'ê Nîsanê de derket holê, ji bo zêdekirina zext û teorê, êrîşî derve kir. Ev yek polîtîkayeke klasîk a faşîzan e. Ji bo balê bikişîne ser devereke din û li hundir faşîzm û şovenîzmê sor bike, hêzên demokratîk şoreşger bitepisîne û zext û terora xwe ya li dijî şoreşgeran binixumîne, ev polîtîka hate meşandin."

PDK LI ŞÛNA KU LI BER KUJER RABE, LI DIJÎ MAZLÛMAN DERDIKEVE

Kalkan pirsa "Çi cudahî di navbera Tayyîp Erdogan û Hîtler de heye?" kir û got, "Li Elmanyayê hejmara kesên piştgirî didan Hîtler, ji piştgiriya li Tirkiyeyê ya ji bo Erdogan qat bi qat zêdetir bû. Hîtler jî bi hilbijartinê bû bû desthilatdar û kolan dadigirt. Ti cudahî di navbera rêbazên Tayyîp Erdogan û Hîtler de nîne. Ji ber vê yekê, em careke din her kesî hişyar dikin.

Ti aliyekî bê fêhmkirin ê helwesta PDK'ê nîne. Ewilî di 3'ê Adarê de bi teşwîqa Enqereyê hêz şand Şengalê û şer derxist. Bînalî Yildirim eşkere kir, ku wan bi xwe PDK teşwîq kirine. Niha jî li şûna ku ji celadê zilmê dike, ji kujer re bêje 'Rawest e', radibe ji mazlûman re dibêje 'hûn çima hene?'. Gelo PDK a ku vê dibêje, li cem celadan cih digire?"

Kalkan bal kişand ser êrîşkariya dewleta Tirk a li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û got, "Gelo wê êrîşî PDK'ê neke? Ma PDK ne Kurd e? Eger îro PKK nebe, wê êrîşî PDK'ê bike. Dema ku li Kerkûkê al li ba hate kirin, her kesî dît bê dewleta Tirk çi kir."

EM BAŞ BI TC Û ERDOGAN DIZANIN, EW DIJMINÊ KURDAN E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku PDK li ser rêyeke şaş e û wiha dewam kir: "Ez dixwazim hişyariyê bidim rêveberiya PDK'ê û gelê Başûrê Kurdistanê. Ew dibêjin 'Em Iraqê baş dinasin'. Em jî Komara Tirkiyeyê û Tayyîp Erdogan baş nas dikin. Lewma divê were zanîn; Tayyîp Erdogan ne tenê dijminê PKK'ê ye, ew dijminê Kurdan e. Kurdên li Bakurê Kurdistanê dijîn, nîvê daxwaza Kurdên li Başûrê Kurdistanê nexwestine. Lê belê rejîma qirker wê jî qebûl nakin û komkujiyê li ser ferz dike. Yê ku li ser Bakur, Rojava, Şengalê komkujiyê ferz dike, wê sibe heman komkujiyê li ser Hewlêr û Silêmaniyeê jî ferz bike. Ji xwe ferz dike. Vaye mînaka Kerkûkê li pêş çavan e.

Wê demê, li dijî siyaset û zîhniyeta qirker a Komara Tirkiyeyê, ku înkar û tinekirina Kurdan daniye pêşiya xwe, ji bo azadî, demokrasî û hebûna Kurdan wê têkoşîn bê dayîn, ya jî wê teslîm bibin? PKK li dijî êrîşên qirker ên Komara Tirkiyeyê li ber xwe dide û Komara Tirkiyeyê jî jê re dibêje 'rêxistina terorê'. PDK çi dibêje, nêzîkatiyeke çawa nîşan dide?... Gelo mebesta PDK'ê ji Kurdistanê çi ye? Li gorî PDK Kurdistan ku ye? Ji kê re Kurd tê gotin? Li Bakurê Kurdistanê Kurd heye? Wê çi bi mafê Kurdên li Bakur bê? Kurd li Rojava hene? Mafên Kurdan ê li wir wê çi bin? Gelo ji wan heye ku Kurd tenê li Hewlêrê, li Duhokê heye?"

Ji bo pirsa "PDK îdîa dike ku bi avakirina dewleteke navenda xwe Hewlêr e, soza azadiyê dide Kurdan. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?" Kalkan ev bersiv da:

ÇAWA KU ERÎVAN DERXISTIN PÊŞ Û ERMENÎ QIR KIRIN, NIHA JÎ DIXWAZIN HEWLÊRÊ DERXÎNIN PÊŞ Û KURDAN QETIL BIKIN

"Bi armanceke bi vî rengî dixwaze hebûna Kurdan tine bike. Çawa ku bi Erîvanê Ermenî qir kirin, niha jî di bin navê 'çareseriya herî li pêş', bi Hewlêrê hewl tê dayîn temamiya Kurdistanê qetil bikin. Lê ez yeqîn nakim ku wê jî bikin. Eger Kurd bi xurtî li ber xwe bidin, dibe ku weke çareya dawî ew pêk were. Naxwe, di rewşekê de ku li cihên din Kurd nebin, wê Kurdîtiya li Hewlêrê ti carî nikaribe hebûna xwe biparêze. Komara Tirkiyeyê û Tayyîp Erdogan wê destûrê nedin dewleteke Kurd a herî biçûk. Heta ku ev zîhniyet û siyaset neyê hilweşandin, wê destûrê nedin. Dema ku em vê dibêjin, radibin ji me re dibêjin 'PKK dixwaze me bixe nava şerê xwe'. Halbûkî em ya rast dibêjin."

PDK, HETA KU XWE BISPÊRE TIFAQA AKP-MHP'Ê, WÊ NIKARIBE HEBÛNA XWE BIPARÊZE

Di dewama axaftina xwe de Kalkan anî ziman, ku Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî bi vê siyaseta xwe, ji bilî têkbirina Tirkiyeyê ti encamê bi dest naxin û got, "Dijberiya li Kurdan, zîhniyet û siyaseta qikriirnê çawa ku Osmanî têk bir, wê Komara Tirkiyeyê jî têk bibe. PDK a ku xwe li gorî Komara Tirkiyeyê ya têk diçe eyar dike, wê nikaribe hebûna xwe biparêze. Siberojeke PDK'ê ya ku xwe dispêre tifaqa AKP-MHP'ê nîne."

FAŞÎZM LI KU HEBE, PKK JÎ WÊ LI WIR LI BER XWE BIDE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku faşîzm li ku hebe, PKK jî wê li wê derê li ber xwe bide û got, "Ti kes nikare bi helwesteke din derkeve hemberî me. PKK tevgereke welê ye ku ji bo dijî faşîzm, qirkirin û paşverûtiyê têbikoşe, ji bo azadiya gelê Kurd, demokrasiya Rojhilata Navîn û pêşketina mirovahiya azad derketiye holê. Dilsozê van nirx û pîvanan e. Kî zerarê bide van, wê li dijî wan têbikoşe. Li ku derê êrîş hebin, wê li wê derê têbikoşe. Ev têkoşîn jî wê li gorî şert û mercan bê dayîn. Rê û rêbazên vê yekê wê ji aliyê PKK'ê ve bên diyarkirin. PKK'ê heta niha di van mijaran de li gorî biryara kesî tevnegeriya ye. Ji niha û pê ve jî wê li gorî kesî tevnegere."

DIVÊ EÛTELSAT EŞKERE BIKE; ALÎGIRÊ DAIŞ'Ê YE YAN JÎ LI ALIYÊ TÊKOŞERÊN LI DIJÎ DAIŞ'Ê YE

Li ser mijara gefa Eûtelsatê ya ji bo girtina qenalên televîzyonê yên Kurdan jî Kalkan ev nirxandin kir: "Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de li Ewropayê di rêza herî dawî de ye. RTUK, weke saziyeke ku azadiya çapemeniyê binpê kiriye, dixwaze hin qenalên Kurdan ên li Ewropayê werin girtin. Ewropa, ku azadiya raman û çapemeniyê weke xeta xwe ya sor nîşan dide, vê qebûl dike û digire. Berê jî ev kirin. Xuya ye wê niha jî bikin. Wê demê xeta sor a Ewropayê çi ye? Li Ewropayê xeta azadiya çapemeniyê li ku ye? RTUK kîjan hincetê derdixîne pêş? Divê Eûtelsat vê eşkere bike.

Weke hincet, qala 'pesindayîna terorê' tê kirin. 'Terora' ku pesnê wê tê dayîn, berxwedana li dijî DAIŞ'ê ye. Ronahî TV herî zêde cih dide berxwedana YPG'ê ya li dijî DAIŞ'ê. Rewşa qenalên din jî bi vî rengî ye. Bila Eûtelsat eşkere bike bê li aliyê kê ye. Li aliyê DAIŞ'ê ye, yan jî alîgirê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ye? Alîgirê faşîzmê ye yan jî yê demokrasiyê ye? Nepêkan e ku Ewropa helwesta xwe ya her du aliyan îdare dike, li ser qirkirina Kurdan dibe xwedî berjewendî, bidomîne. Kurd û tevahiya mriovahiyê vê baş dizanin. Ev yek tê wateya hevkariya sûcê faşîzmê."

HER KES DIVÊ XWEDÎ LI VÎ DENGÎ DERKEVE

Dûran Kalkan anî ziman, ku di vê mijarê de lazim e nerazîbûneke xurt bê nîşandan, rewş bê teşhîrkirin û destnîşan kir, hêzên demokratîk ên li Ewropayê divê dengê xwe bilindtir bikin.

Kalkan got, "Kî ji xwe re dibêje 'ez demokat im' divê xwedî li vî dengî derkeve. Li dijî hêzên dixwazin vî dengî bibirin, li ber xwe bidin. Ji bo berxwedanek li ser vê bingehê, ez serketinê ji her kesî re dixwazim."