Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

'Heta ku DAIŞ pê li cenazeyên me neke wê nikaribe bikeve nava Kobanê'

Şervana YPJ'ê Newroz Agirî, ku li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da got, "Pavşerûtî bi taybetî paşverûtiya DAIŞ'ê dixwaze jinê û tevahiya mirovahiyê dîl bigire. Roj ne roja rûniştina li malê ye."

Newroz Agirî li gundê Qilhayde yê li rojavayê Kobanê ji dayik bû. Ji sala 2013'an û vir ve di nava refên YPJ'ê de cih digire. Birayekî wê jî di nava refên YPG'ê de ye.

Malbata Agirî ji rojên destpêkê yên xebatên tevgera Apoyî û pê ve xwe nêzî vê tevgerê kir û cihê xwe di nava vî karî de girt.

Agirî, tevî ku neçûye dibistanê jî li nava refên YPJ'ê hînî xwendin û nivîsandinê bûye. Agirî dibêje, "Dema ez tevlî bûm, gelekî kêfxweş bûm. Cîhana min fireh bû. Min fêhm kir, ku ji jiyana mal û gund cudatir jiyanek heye. Ya rast min ev rastî di şexsê hevalên ku dihatin serdana me de didît."

Agirî anî ziman, beriya berxwedana Kobanê wan perwerdeya leşkerî dîtin û li Tabûra Şehîd Sozdar hat wezîfedarkirin, ku tabûr ji jinan pêk dihat. Agirî diyar kir, piştre ew derbasî rojavayê Kobanê bûn û got, "Li vê eniyê, şerê li dijî çeteyên El Nûsra dest pê kiribû. Piştî ku sê mehan li vir mam, ez li tabûra bi tevger hatim wezîfedarkirin. Tabûra me demeke dirêj li herêma başûr, li nêzî Sirînê bi cih bû. Bajarokê Sirînê jî di destê çeteyên El Nûsra de bû. Li vê derê di şer de birîndar bûm û hevaleke min jî şehîd bû. Ji nû ve ketim perwerdeyê. Di vê demê de agahî hat ku şerê Kobanê dest pê kiriye. Tevî ku birînên min hîn rehet nebûbûn jî, min bi israr xwest tevlî şer bibim û tevlî bûm."

Agirî wiha dewam kir: "Min cihê xwe di nava tabûra hevala Nûcan de girt. Bi qasî bîst rojan di nava şer de mam û careke din ji lingê xwe birîndar bûm. Piştî birîndariyê, li mala birîndaran a li cihekî ewle yê li nava bajêr hatim tedawîkirin. Piştî tedawiya mehekê min careke din cihê xwe li çeperên şer girt. Fermandarê me yê tabûrê hevalê Serdar bû. Hevalên Ezda û Xwînda jî fermandarên yekîneyan bûn. Em bi giranî li aliyê başûr bûn, lê belê dema pêwîstî li cihekî din hebûya, em diçûn wir jî. Di şer de gelek hevalên me şehîd bûn, birîndar bûn. Lê belê ti carî ketina Kobanê neket hişê min. Hemû hevalan digotin, 'Eger em şervaneke/î bi tenê jî bimînin, heta dijmin pê li cenazeyên me neke wê Kobanê nekeve'. Nebûna hevalên şehîd em gelekî dêşand, lê belê ji ber uk me dizanîbûn ew ji bo çi şehîd bûne, ji bo pêkanîna armancên wan em bi hîn xurtî têdikoşiyan."

Agirî got, "Tenê girê Miştenûrê û beşek ji çend taxên li biniya gir di destê çeteyên DAIŞ'ê de mabûn. Ez tevlî pêngavên ji bo rizgarkirina van cihan bûm. Di pêngava rojek piştî sersalê de careke din birîndar bûm. Vê yekê moralê min gelekî xera kir. Min dixwest kêliya dawî ya azadiyê bibînim."

Agirî da zanîn, piştî tedawiya 7 mehan ew vegeriya Kobanê, ji nû ve tevlî xebatên leşkerî bû û di mijara xweparastinê de xebitî.

Agirî diyar kir, bi şerê Kobanê re pêwîstiya gel a madî û manewî zêdetir bû û got, "Diviyabû gel li gorî rewşa şer û şoreşê bihata zanekirin û birêxistinkirin."

Agirî anî ziman, divê ew bixebitin ji bo şoreş bi ser bikeve û li Rojhilata Navîn belav bibe. Agirî got, "Pavşerûtî bi taybetî paşverûtiya DAIŞ'ê dixwaze jinê û tevahiya mirovahiyê dîl bigire. Roj ne roja rûniştina li malê ye."