Li Mêrdinê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 29’an de didome. Polîsan destûr neda HDP’yiyên ku xwestin çalakiya xwe li Parka Karayollarî lidar bixin. Polîsan bi wesayîtên zirxî, otobusên destgîrkirinê û polîsên taybet derdora HDP’yiyan dorpêç kir, li ser vê HDP’yiyan çalakiya rûniştinê lidarxist. Piştî çalakiya rûniştinê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier daxuyanî da.
Taşçier wiha got; “Îro tenê qeyûm tayînî îradeya gelê Kurd nakin. Dema em li dîrokê temaşe bikin dema 1924’an li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn ya nû hate avakirin gelê Kurd tune hate hesibadin. Ev jî tê weateya îradeya gelê Kurd tune dihesibînin. Piştre bi guhertinan heta roja îro jî înakarkirina îradeya gelê Kurd dom kir.” Taşçier ragihand ku demê gelê Kurd daxwaza mafê xwe dike her dem zext li wan tê kirin. Taşçier darvekirina Şêx Seyît û hevalên wî ya ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ve jî bibîrxist.
‘BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ DOZA KURD WERE ÇARESER KIRIN!’
Taşçier qala hilbijartina 31’ê Adarê jî kir û wiha domand; “Di serdema derbas bûyî de jî qeyûma tayîn kirin. Lê gel dîsa HDP’ê tercîh kir.AKP-MHP çi dike bila bike ev gel wê piştgiriya wan neke. Heta ku ji bo çareserkirina doza Kurd pêngavek neyê avêtin, heta doza Kurd neyê çareser kirin li Tirkiyeyê ne mumkune ku gelê Kurd û gelê Tirk mafê xwe bikarbîne. Ew ê demokrasî jî li Tirkiyeyê pêk neyê. Divê destpêkê doza Kurd were çareserkirin, piştre em ê bihevre kar bikin û xwe birêve bibin.”