Heşdî El Şabî: Me 6 gundên Kayrawanê kontrol kir

Heşdî El Şabî ragihand, ku wan 6 gundên Kayrawanê ji çeteyên DAIŞ'ê standine û berê hêzên xwe dane balafirgeha li deşta Şengalê.

Milîsên Şîa Heşdî El Şabî, ku li bajarokê Kayrawan ê Şengalê li dijî DAIŞ'ê dest bi operasyonê kirin, dan xuyakirin ku wan 6 gund ji destê DAIŞ'ê derxistine. Di daxuyaniya nivîskî ya Heşdî El Şabî de hat gotin, wan gundên Eyn Tethî, Exmîsye, Xelef el Dêrîs, Edhîle, Xezal û Xems Telul kontrol kirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, wan berê hêzên xwe dane balafirgeha li başûrê Şengalê.

Hêzên El Şabî, beriya 7 rojan li Kayrawan û gundên wê dest bi operasyona rizgarkirinê kiribûn. Operasyon di çarçoveya operasyona rizgakirina Mûsilê de didome.