Heşdî Şebî birîndarên xwe li nexweşxaneya Azadî tedawî dikin

Li Kerkûkê Heşdî Şebî birîndarên xwe li nexweşxaneya Azadî tedawî dikin

Li gorî çavkaniyekî pêbawer li nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê, Heşdî Şebî çend odeyek ji bo birîndarên xwe veqetandiye û di wan odeya de birîndarên xwe tedawî dikin.  

Şahidên bûyerê jî dan diyarkirin ku piştî bombebarînên vê dawiyê yên Emerîkayê yên li ser cihên Heşdî Şebî, li piraniya bajêr de cihên veşartî di nava nexweşxaneyê de çêkirine û bi veşartî tedawiya birîndarên xwe dikin.