Heşdî Şabî Kerkûk bi temamî dagir kir

Hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ku li dijî Kerkûkê di seatên sibê de operasyon dabûn destpêkirin, temamiya bajêr xistin bin kontrola xwe.

Hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ku li dijî Kerkûkê di seatên sibê de operasyon dabûn destpêkirin, temamiya bajêr xistin bin kontrola xwe. Hêzên Heşdî Şabî li avahiyên fermî ala xwe daliqandin.

Bi ketina hêzên Heşdî Şabî ya Kerkûkê re, beşek mezin yê gel bajêr terk kirin û ber bi Silêmanî û Hewlêrê ve ketin rê. Hê jî gelek mirov li ser rênê û dixwazin xwe bigihînin cihên bi ewle.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, hat zanîn ku hinek komên ku li dijî dagirkirina Heşdî Şabî li bajêr li ber xwe didin di herêmekê de asê mane û ew jî hewl didin ji bajêr derbikevin.