Herêm Mehmûd: Em amade ne ku berdêlê bidin

Herêm Mehmûd ku ji bo tecrîd bi dawî bibe li Kelarê ya Germiyanê ev 67 ro j in di greva birçîbûnê de ye, got, ji bo ku Kurd bi azadî bijîn ew amade ye ku berdêlê bide.

Herêm Mehmûd ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 24'ê Sibatê û vir ve ye li  Başûrê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ye. Herêm Mehmûd ku ji zaroktiya xwe ve di nav xebatên siyasî de ye got, ''Wê demê bavê min li nav SOMAR'ê bû. Ez bi bavê xwe re tevdigeriyam û piştre hînî siyasetê bûm. Bavê min 2004'an ji YNK'ê veqetiya. Piştre li zanîngehê tevegera GORAN ava kir. Min jî di nav vê tevgerê de cih girt û heta 2015-2016'an min xebat kir. Piştre ji tevgera GORAN dûr ketim û min Tevgera Azadiyê nas kir.''

Mehmûd got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd pir bandor li ser kiriye û domand, ''Piştî ku min tevgera azadiyê nas kir min dest bi xebatan kir. Piştî ku min tevger nas kir, têkilî azadî, jiyan, şoreş, sinc û siyasetê zêdetir bûme xwedî zanîn. Bi vî awyî divê em ji kêmasiyên xwe dersan bistînin da ku dubare nebin. Îdeolojiya Rêber Apo li ser rêgezên civakî û sincî ava bûye.''

'ME DÎROKA  XWE JI BÎR KIRIYE'

Li ser grevên birçîbûnê yên li Başûre Kurdistanê Mehmû got ev ne cara pêşî ye ku li Başûr çalakiyên greva birçîbûnê têne kirin, salên 91-92'an jî çalakiyên greva birçîbûnê çêbûne, lê niha dîrok ji bîr kirine, malbata wî jî di nav de cih girtiye, li dora berxwedêrên greva birçîbûnê wê demê malbata wî û gel bûye xelek û tişta ku bi serê Kurd hatî bi vê çalakiyê nîşanê hemû cîhanê hatiye kirin.

Li ser bêdengiya li bara çalakiyê Mehmûd got divê zêdetir giringiyê bidin berxwedanê, bi tevlêbûna nav greva grêva birçîbûnê li Başûr ev rêbaza çalakiyê dîsa zindî bûye, dengê wan ji Germiyan gihaştiye heta bi Amedê û berxwedanên wiaha sînordan radikini. Mehmûd got, ''Çi kesê ku jiyaneke birûmet û azad dixwaze divê tevbigere, bi çalakiyên ku dikin divê dengê 4 parçeyên Kurdistanê bikin yek. Heta ku em nebin yek qada navnetewî guh nade me. Ji bo vê jî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan min cihê xwe girt.

LI DIJÎ DAGIRKERAN DIVÊ ZÊDETIR EM TÊBIKOŞIN

Mehmûd bal kişande ser zilma ku dewlet li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û li ser gelê Kurd dikin û got, ''Divê gelÊ me zexta li ser Rêber Apo qebûl neke. Tekane kesê ku wê pirsa Kurd çareser bike Rêberê Gelê Kurd Ocalan e. Ji bo vê jî hêzên dagirker, ji bo ku nehêlin îdolojiya Rêber Apo li Rojhilata Navîn belav bibe her tiştî dikin, herî dawî pirtûkên wî qedexe kirin. Gelê me divê vê rastiyê bibîne û li dijî dewletên dagirker bêhtir têbikoşe.

Li parçeyên din îdeolojiya Rêber Apo tê zanîn lê li Başûrê Kurdistanê ev kêm e. Bi çalakiyên me re hêdî hêdî tê naskirin. Dengê hemû berxwederên grevav birçîbûnê gihaşte gelê Germiyanê. Her demê min dixwest ku xizmetê ji gelê xwe re bikim û berevaniyê lê bikim. Ez hazir im ku ji bo vê berdêlê bidim. Min ev hemû li aliyekî hiştin û ji heval Leyla Guen min hêz wergirt.''