‘Her milîtanên PKK’ê ji bo jiyana azad her tiştê xwe feda dike’

Gerîlaya Viyan Sema Aydin a ku di 23’ê Çileya 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke hewayî de şehîd bûbû di rojnivîska xwe de diyar dikir ku her milîtanên PKK’ê amade ne, ji bo jiyaneke azad û welatekî azad her tiştê xwe feda bikin.

PKK, tevgera mirovahiyê ye. Tu carî xwe di neteweyeke teng de, di qalibên çînî û baweriyan de sînordar nehîştiye. PKK, vekirina rûyê têkoşîna mirovahiyê ye ku ser hatiye nixumandin. Rastiya wê mirovahiyê, rastiya civaka exlaqî û polîtîk e. Ji bona vê, fêmkirina ji PKK’ê, di fêmkirina madî û menewî ya tevahiya gerdûn û mirovahiyê re derbas dibe. Bi kurtasî, fêmkirina ji PKK’ê, fêmkirina rastiya xwe ye. Ji bona vê, fêmkirina ji PKK’ê û danasîna wê, bi tenê bi pîvanên zanistê ne gengaz e. Heya hucreyên xwe yên dawiyê mirovê ku hest û fikir lê hatiye barkirin fêmkirina wî çawa be, divê mirov wisa li ser PKK’ê bisekine. Bêyî guman, PKK, dibe kombûna zîndewariyê.

EW DILDARÊ WELATÊ XWE YE

Di para dîrokekê de lehengtiya ku xwe sipartiye berxwedan û têkoşînê, îro dibe vîn û di dil û ruhê bi hezaran ciwanan de şax dide, mezin dibe. Gerîla Viyan jî weke yek lehenga ku ji vê dîrokê para xwe bi rûmet girtiye û bi azweriyeke mezin li çiyayên Kurdistanê di nava şerê azadiyê de hemû rista ku vê rûmetê lê bar kiriye, jiyaye û jiyandiye.

Gerîla Viyan Sema Aydin, bi navê xwe yê rast Hêvîdar Bilgiç, sala 1998’an li bajarê Nisêbînê ji dayîk dibe. Di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Gerîla Sema Aydin, di temenê xwe yê biçûk de tevgera azadiyê nas dike. Bi çûyîna xwe ya dibistanê re weke jineke ciwan hîn zêdetir rastiya pergalê û rastiya jinan ji nêz ve dibîne. Ev yek bi taybetî bertekên wê li hemberê pergala dagirkeriyê zêdetir dike. Bi taybetî qetilkirina jinan dibe yek ji zemînên esasî ku ji bo tolgirtina wan berê xwe bide nava refên azadiyê. 

’RASTIYA PKK’Ê, BI RASTIYA RÊBER APO ŞÊNBER DIBE’

Gerîla Viyan Sema Aydin di beşekê ji rojnivîsa xwe de, ji bo danasîna rastiya PKK’ê û rastfêmkirina Rêber Apo, bi van gotinan tîne ziman; ”Ji bona ku mirov bikare PKK û mîlîtanên PKK’ê nas bike, divê di serî de mirov şert û mercên destpêkê û şikilgirtina kesayeta kadro rast fêm bike. Cîhan, herêm û bi giranî Tirkîye jî di nav de, salên 1970’yî li Kurdistanê çi diqewimî û beriya salên 1970’yî çi diqewimî, divê rast bê fêmkirin û rast bê şîrovekirin. Rastiya PKK’ê, di bipêşketina dîroka gelê Kurd de bû serdemek ku ji taritiyê derbasê ronahiyê bû. Kurd, ji kêliyên ji tunebûnê berovajî hebûnê bûn. Di heman demê de PKK tevgera Rêbertiyê ye û ji bona vê, fêmkirina ji PKK’ê bi awayekê rast, bi fêmkirina sekina Rêbertiyê û jiyana wî ve gîrêdayî ye. Li kêleka nêzikatiyên Rêbertîyê yên exlaqî û wijdanî, bi taybetî têkiliyên wî yên hevrêtiyê xwediyê mijara lêkolînên bi nirx in. Li hemberê bûyeran pêşditîn her wiha rêbazên rexnekirin û çareseriyê gelek bi bandor e. Di hemû kêlîyên jiyanê de kesayeta rêxistinbûyî taybetmendiya herî bingehîn a Rêber Apo ye ku ya dide qezenckirin jî ev rastî bi xwe ye. Rastiya PKK’ê, bi rastiya Rêber Apo şênber dibe, ruh qezenc dike. PKK, di heman demê de dîroka gelê Kurd a ku hatiye cemidandin, bi awayekê bi lez zindî kirin û nîvîsandina wê ye. Bêguman yek jî rastfemkirina rastiya PKK’ê, serweriya zanista dîrokî dixwaze. Divê mirov di der heqê dîrokê de xwediyê agahiyên şênber be.”

‘BI TÊKOŞÎNÊ RE JINAN HEBÛN QEZENC KIR’

Gerîla Sema Aydin di dewama vê rojnivîsê de cewherê milîtanbûnê û jiyana rastîn bi van nirxandinan dewam dike; ”Binêrin ku, her militaneke/î PKK’ê, ji bo jiyan û welatekê azad amade ye ku her tiştê xwe feda bike. Cewherê jiyanê jî vê rastiyê dixwaze. Her milîtan bi rastiya cewher û erkdarkirina jiyanê hatiye têgihiştin. Ji bo vê ye ku ji bo serdestiya rûmetê her roj bi giyanê xwe destanên lehengiyê dinivîsînin. Dema ez li derdora xwe dinêrim, rastiya hatiye avakirin ji min re weke keskesorekê tê. Ev çiya, Ji gelek cihan, ji gelek neteweyan mirovan di nava xwe de dihewine. Her wiha di jiyana me de jin dibin ahenga ew rengên keskesorê. Ya keskesorê xweşik dike pirrengî û ahenga wê ye. Di Kurdistanê de jinan, hebûna xwe di rastiya PKK’ê de nas kir. Di rastiya vê jiyanê  de tevgeriyan, rastiya heyî di nava çerxa şer de hêrandin û careke din bi rastiya tekoşînê ve xwe çêkirin. Roj hat PKK bû partiya jinên azad. Weke tovekî ku dixwaze ji bin axê derkeve, rûyê rojê bibine, zîl bide, bibe şitil û bi kerameta demsalan re şax bide. Bibe parçeyekê bedewbûna jiyanê. PKK, ji bo wî tovî bû hêza qelişîna axê, bû tav, dilop dilop ew av da, bi pişt re bû hewaya hemû demsalan û ew bilind kir. Bedewî da rû û giyanê wê. Jin jî di despêka PKK’ê de ew tov bûn. Û bi PKK’ê hebûn qezenç kir niha bi hebûna xwe ew jî rastiya PKK’ê çelengtir dike.”

’BI ŞERÊ JIYANÊ RE MIN HEBÛNA XWE QEZENC KIR’

Gerîla Sema Aydin di dawiya vî beşî de wiha qala ezmûnên xwe yên şer dike û wiha dibêje; ”Ez jî his dikim ku ez tovek bûm, lê niha di demsalên vê jiyanê re derbas dibim. Şer, êş, zorahî hemû parçeyên vê jiyanê ne. Lê dema ku tu ji van şeran bi zindî derdikevî, bi zindîbûnê berê xwe didî jiyanê, ew dem ew êş jî dibin parçeyekê bihêzbûna te. Di gelek şeran re derbas bûm. Û her tim rastiya ku min di van şeran de bi serkeftî derxist hebû. Niha li qiraxa demsaleke nû me. His dikim ku di rûyê min de rengên keskesorê hêdî hêdî xuya dibin. His dikim ku tîna rojê li giyanê min dide û hemû cemedan bi xwe re diherikine. Dema mirov di kûrahiya rihê xwede herikînê his bike ew dem bedew dibe. Mirov çendî car di bahozan re derbas bibe jî divê nehêle ku ji rehên xwe qut bibe. Ya jîn dide rehên di kûraya axê de ne. Ya min jî mezin dike baweriya di kûrahiya di dilê min de ye. Ev bawerî dibe rehên jiyanê. Ew dem ez jî his dikim ku dibim rengekê keskesorê. Piştî hemû baranan, bi bilindbûna kêliya destpêka rojê re em reng didin jiyanê.”

‘HESTÊN KU AZADÎ LÊ HATIYE BARKIRIN’

Di beşekê din ê rojnivîsê de gerîla Sema Aydin wiha behsa hest û ramanên xwe yên azadiyê dike û wiha dibêje; ”Carinan mirov dixwaze binivîse, lê mirov nikare binivîse. Dibe ku ramanên tijî hest di serê mirov de kom dibin, lê mirov nikare wan hemûyan li ser rûpelê binivîse. Ev hesteke wisa ye ku wekî ku di hundirê mirov de xwe dihelîne, belavê hemû hebûna te dibe û xwe dide hîskirin. Lê mirov jê têr nabe. Mirov dibêje ev çi hest e ku wisa li hemberê wê mirov bê destûr dimîne. Piraniya caran ew dibe coşek, baweriyek û dibe eşq. Dîsa mirov nikare zextê li vê hezkirinê bike. Bi gotinan jî mirov nikare terîf bike. Bi peyvan mirov nikare bi lêv bike. Pênûs jixwe têr nake. Gelo ew kîjan dem bû ku ramanên mirov azad bûn. Kîjan dem, ew zilm û zora zêde ya li ser welatê min xwest van ramanan bikuje. Hezkirina li welatê min kengî hate kuştin. Welatê evînê kengî ji evînê bêpar ma. Ew dem bû ku, dema evin hate kuştin, Kurd ketin bin gora ji betona sar. Ji ber jiyan bi evînê gengaz bû. Evîna kurd jiyaneke pak, bi edalet û herikbar bu. Jiyaneke ku di xwezaya xwe de diwelidî bû. Jiyaneke ku hemû neferên wê hevalbend bûn, dildar bûn, hevrê bûn.”

Bi mezinbûna dilê wê re vîneke ku hatiye xêzkirin û bûye malê dîrokê, heye. Gerîla Sema Aydin, di dewama nirxandinên xwe de wiha dibêje; ”Ma min pir ji van hestan hez kir? Ger ku min jê hez kir çima nikarim nav lê bikim. Navê vê nîn e, nexwe tişta heyî çi bû? Her tişt ne hewce bû ku mirov nav lê bike, lê hewce bû ku ya mirov mezin dike, mirov xweşik dike, mirov wê his bike û bijî. Ya min mezin dike û can dide min, ew kesên ku dikarin ji bo min jiyanê hilbijêrin. Ew kesên ku ji bo parastina vê jiyanê dikarin nefesa xwe feda bikin. Gelo çend kesên wisa hene?  Çend kes dikarin vî barî rakin. Li hawirdora xwe dinêrim ristek ku ji dilan hatiye hûnandin û me dide jiyîn heye. Di navbera me de tevneke ku tê rêsandin heye. Aqlekê ku me tîne gel hevdu heye. Dibînim ku yê vî barî rakin, ne bi tenê kesek e, di tunela şer ya em di nav de ne, ew komek hevalbend e, li derveyê şikefta me ew hêzek e, di sînorên welatê min de ew rastiyek e, di asoyên jiyanên dûr de ew felsefeyek e. Yê barê hezkirina me rake, ew kesê ku bi me hezkirin daye fêrkirin, ew ê ku bi hezkirina me jîn digire. Niha di welatê me de têkoşîna ku li bendê ye romana wê bê nivîsandin, bi berxwedana ew komên lehengan ve wekî aşûtekî mezin dibe. Roman, romana evîna Kurd e. Belkî jî ez pir kêm pênase dikim, romana evîna mirovahiyê ye.”’

’JI DERVEYÎ JIYANEKE AZAD BÊHNSTENDIN NE MIMKÛN E’

Her wekî din gerîla Sema Aydin di vî beşî de wiha qala girêdanên xwe bi Rêber Apo re tîne ziman; ‘’Her ku ez pênûsa xwe digirim destê xwe û ez dibejim ez ê binîvîsim, ez bawer im hûn niha difikirin ku ez ê çi binivisînim? Ez ê wan binîvîsim; yên vê evînê rasteqîn dikin, yên di ber evînekê de didin jiyandin. Yên çav û dilê min bûne şahid, yên ku bi vegotinê xelas nabin û gotin nikare barê wan rake. Di ber evînekê de û evîna destpêkê para wan bû, bi dehan, bi sedan mirovên ku hevalbend bûn, canê xwe danî holê. Ev bi bawerî, bi vîn, bi girêdan hilbijartin. Dibêjin rêya evînê bi şewata agir ve pêçayî ye, di welatekî êdi bin zilmê de be, rast e. Lê evîndar tu car ji agir xwe nedaye alîyekî. Di welatê me Kurdistanê de berdela her tiştî jiyana insan e. Ji derveyî vê rê nehatiye hiştin. Û em her roj ji bo derbaskirina rêyeke ji agir, ji xwe berdêlê didin. Lê em vî jî dizanin, ji bilî gihandina evîna rast, jiyan ne gengaz e. Ji bilî jiyanek azad bêhnstendin ne mimkûn e. Ji bo vê ye wek dildarê mezin Cegerxwîn gotiye; em dil bi gul didin, dil bi gul didin.’’

‘WERXELÊ CIHÊ RÛMETÊ YE’

Di dawiya vê rojnivîsê de gerîla Sema Aydin wiha behsa bîranîneke xwe ya çûyîna Werxelê dike û hevrêyên li wir bi vî awayî bi bîr tîne: ”Duh ez, heval Bêrîtan, Heval Erdal û heval Ferman em çûn Werxelê. Ez berê jî li wir mabûm û ji bona min Werxelê cihekê pir cuda bû. Jixwe di dilê her hevalekî de hîna cihekî pir cuda ye. Di hevalên vir de kefxweşî û germahiyeke cuda hebû . Ew di nav pêvajoyeke giran ya şer de bûn û her kêliyê xwe ji bo rewşên nû amade dikirin. Her ku min li wan hevalan meyze dikir, hevrêyên şehîd dihatin bîra min.  Heval Adil, Bahoz Riha, Celal û pir hevalên din. Ew hemû di van tunelan re derbas bûbûn. Li vê derê bêhna jiyanê vedabûn, di şiverêyên van çiyayan  re derbas bûbûn. Dergeha dilê min bi evîna Avaşînê vebûbû, Avaşîn, hêna jî warê cenga giran, warê Egîdên demê ye. Pêlên asê yên çemê wê bi xweşikbûna xwe dergeha dilê mirovan xweş kiriye û geş bûye vîn. Mirov nikare ji bona avaşînê gelek tişta bêje, gotin tê û carekê de gewriya mirov de asê dimîne. Ji ber yê Çiyayê Avaşînê bilind dike, ji ber yê Avaşînê dide herikandin şahidiya wê ye. Ew şahidê dirokeke berê xwe daye dûrahiyê û diherike. Di her pêlê wê de rûyekê çeleng ewladekê vî welatî heye. Di her qiraxa wê de kenê hevalê me yê ku rih dide jiyanê heye. Di her lûtkeyê wê de sekineke giyanê wî yê bilind heye. Vî warî gelek Egîd di hêmbeza xwe de mezin kirine û bûye stargehek. Em gerî layên vê serdemê, ji bo parastina rûmeta vê stargehê, ji bo parastina hebûna gelê Kurd û parastina mirovahiyê di nav têkoşînekê dijwar de ne. Em şad in ku di nava evîneke bêdawî de çêdibin. Em şad in ku bi civaka evîndaran re dijîn.”