'Her ku te berf dît min bîne bîra xwe...'

Ezda Gever (Şîlan Guder) ku ji nifşê lehengên çiya hatiye da ser şopa ewladên leheng ên gelê Kurd û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsî.

Gerîlaya YJA Starê Ezda Gever li nava malbateke welatparêz di sala 1998'an de li Geverê ji dayik bû. Polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst ên li Geverê ji nêz ve dît. Ji ber ku li aliyekî wê welatparêz, li aliyê din jî yên ku ji rastiya xwe dûr ketibûn hebû kete nava nakokiyan. Rûyê rast ê sîstema dibistanên Tirk dît û di pola 9'an de dest ji dibistanê berda, di sala 2013'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya wê qala wê kir: "Di mehên destpêkê yên jiyana xwe ya gerîla de min hevala Ezda ya ku rûyê wê bi ken bû nas kir. Tevî ku hîn gelekî ciwan bû gelekî têgihiştî bû. Piştî şervanên nû me hev nedît. Salek piştî ku em ji hev qut bûn em her du li Govendê hatin wezîfedarkirin ku me gelekî jê hez dikir. Bi hevrêyên xwe yên bedew re em li heman tabûrê bûn. Dema ku me hev dît bi heman germahiyê keniya û me hev hembêz kirin. Di pratîkê de em bi hev re man. Gelekî hez ji Govendê dikir. Her rêya Govendê mîna gelek hevalan bi xwêdana wê hatibû avdan.

BÎRANÎNEKE HEVRÊTIYÊ

Di dema bicihbûnê de ya payîzê yekîneya me bar dikir Mamreşo. Rojekê ji bo birina eşyayên xwe em çûn gundê Herguşê yê li jêra Govendê. Hevalên mêr ji Govendê hêstir ji me re anîn, piştî ku me eşyayên xwe lê bar kir, em meşiyan. Hêstir ji ber ku gelekî birçîbû nedimeşiya. Ji bo biçêre em hinekî rawestiyan û piştre meşiyan. Rêyek ji du saetan bû lê belê ji ber ku hêstir hêdî dimeşiya em nikarîbûn bi pêş ve biçin. Meha Mijdarê bû destpêkê baranê bariya piştre jî berfê. Hêstir jî ji bo bimeşe ji nişka ve berê xwe da eraziyê. Tarî bû. Li daristana girê Mamreşo ku li pêşberî wê qereqol heye me rêya xwe winda kir. Ji ber gelekî tehde li hêstir bû me bar jê danî. Berf zêde bû, me sar bû lê li pêşberî qereqolê em nikarîbûn tevbigeriyan. Diviyabû em bi şev li nava berfê bin. Me hêstir girê da û em li kêleka hev rûniştin. Hewa sar bû. Em ji hev re qala bîranînan kir. Roja din me xwe gihand hevalan.

'DEMA KU TE BERF DÎT BILA EZ BÊM BÎRA TE'

Tevî ku me gelekî sar bû, hevala Ezda mîna her bûyerê bi rengekî têgihiştî nêzî vê bûyerê bû. Bi vî rengî min jî hêz ji hevrêya xwe wergirtibû. Piştre em ji hev qut bûn, me hev qet nedît. Notek ji min re şandibû. Rojên me yên bedew, hêvî û evîna me yek bi yek nivîsî bû. Li wî rûpelê biçûk hemû nirxên me yên jiyanê û hebûnê nivîsandibû. Hevala Ezda herî dawî jî wiha nivîsî bû: Her ku te berf dît min bîne bîra xwe..."