Her ku ji çiyê hez kir, bedew bû

Her ku ji çiyê hez dikir bedew dibû, her ku bedew dibû dilezand. Ji dozê bawer kir û şer kir. Di demsalekê de ku bereket bi çiyê re bû yek Mercan Dersim xwe feda kir.

Mercan Dersim ji nava malbateke Elewî, ji dayikeke welatparêz li gundê Şîrnan ê Çewlikê ji dayik bû.

Ji ber zext û zordariyê neçar ma koçî Stenbolê bike. Li Stenbolê dest bi xwendina dibistanê kir. Li navenda neheqiyê, li devera bêedaletiyê serî li ber her şêweyên zilmê hilda. Bi yekîtiya gle û baweriyan bawer dikir. Hesreta xwe ya ji bo warê xwe mezin dibû. Destpêkê weke semtapîzanekê têkoşîna şoreşger nas kir. Piştre dît ku serketina vê têkoşînê bi fedakariya wê dibe û di asta milîtana pêşeng de li nava refên MKP'ê dest bi meşa xwe ya şoreşgerî kir.

Berê xwe da çiyayên Dersimê. Sala 2013'an dema ku gihîşt çiyê, da pey fêhmkirina sira xak, çiyê û hevrêtiyê. Mercan her ku da nava çiyayên Dersimê bû baweriyek û li nava çiyê meşiya. Bi hêviya ku ava Çemê Perî û Mûnzûrê bigihîne hev tevlî şer bû. Her ku ji çiyê hez kir bedew bû, her ku bedew bû lezand. Bi dilsoziya bi dozê re şer kir.

Li warê Zarîfeyan bû gerîlayeke mezin û bû hevrêya Aynûr Adayan, Ronî Mûnzûran, Ûlaşan, Baranan û Delalan. Di demsalekê de ku bereket hate çiyê, di 1'ê Tebaxa 2017'an de gerîlaya sor Mercan ji bo pêşwazîkirina rojê xwe fedayî şer kir, xwe li xaka çiyayên Dersimê neqişand, ber bi ebediyetê ve meşiya û bû rûyê biratiya gelan.

Mercan Dersim; şervana pîroz a ku Perî û Mûnzûr gihand hev, jin a leheng a ku Bandoz û Seyîd Rizayan gihand hev.