Her çi dibe bila bibe gel wê bi ser bikeve

Belê, îhtîmal, senaryo, lîstik, pêngav hê şîlo ne, lê senaryoya gelan diyar e; ji berxwedanê nayên xwar. Heke di sedsala 21'ê de Kurd hatibin qurbankirin, ji bilî berxwedanê ti rêyek di dest Kurdan de tine.

Biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya ji bo vekişîna ji Sûriyeyê li raya giştî cîhanê û rêveberiya DYE'yê hê jî tê nîqaşkirin. Heta ku çarçoweya giştî ya vê vekişîne diyar bibe jî wê nîqaş bidomin.

Li holê jî gelek pirs hene, mîna çima biryareke wiha hate standin, li pişt perdê çi heye, çima li gel ku li ser hebûna leşkerî ya DYE'yê nîqaş hebûn ev biryar hate standin. QSD wê çi bike, Rûsya, Tirkiye, Îran, rejîm wê çi bikin û gelek pirsên dî...

Gelek senaryo hene û zaboqên wan hene. Bersiva pirsa 'wê çi bibe?' ji niha ve zehmet e, heke bi daneyên berdest ên qadê em li pirsa 'wê çi bibe?' binerin;

SENARYOYA PÊŞÎ: DYE WÊ VENEKIŞE

Ên ku dibêjin wê DYE venekeşe, dibêjin, Emerîka li Sûriyê ev çend destê wê xurt e, çima wê vekişe. Jixwe Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn got, ''Emerîka ev 17 sal in ji Efganîstanê vedikişe'' û pênebaweriya xwe nîşan da.

Geek kes dibêjin ev biryar lîstikek e. Heke mirov li 'lîstik'ên pêkan binere ev dertên pêş:

LÎSTIKA PÊŞÎ: WÊ VENEKIŞE, TENÊ ŞEWKA XWE AVÊT

Li gorî vê lîstikê dema ku Trûmp got ew ê vekişin, got, ''Di nav 24 saetan de em ê vekişin'', piştre got, ''Di nav 60-100 rojî'' de û DYE wê ji qadê venekişe.

Jixwe ''Trûmp ê bazirgan'' bi vê biryarê cidîbûna xwe nîşana welatên din ên koalîsyonê da û got destê xwe bavêjin bêrîkê.

Her wiha ji bo ku Tirkiyê ji xeta Rûsya û Îranê dûr bixe ev şewk avêt. Xwest ku navbeyna Tirkiyê û Rûsyayê xira bibe û beriya ku Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Emerîkayê Jemes Jeffrey serdana Tirkiyê bike hewl da ''Fîşa Astanayê bikişîne''.

Her wiha li şûna S-400'î hate ragihandin ku ew dikarin pergala berevaniyê ya moşekên Patrîot bidin Tirkiyê. DYE her çendî şêwirmendên leşkerî vekişîne jî û di navbeyna ''60-100 rojî'' de wê Trûmp wê li kurk bikeve û li bendê bimîne çîçik çêbibin.

Li gorî vê lîstikê; sedema ku Tirkiye, Rûsya, Îran û rejîm bi bêhnfirehî nêzî vê biryarê dibin û sedema ku Erdogan ji Trûmp re got, ''Ji bo vekişînê nelezînin'' ev rewş heye.

Di vê demê de heke Tirkiye nekeve şewkê, wê wehdên ji bo Tirkiyê çawa bi cih werin? Li gorî vê senaryoyê DYE wê bi QSD'ê re bidome? Di rewşeke wiha de Tirkiye wê zêdetir nêzî Rûsyayê nebe? Qels jî be hin kes wiha difikirin.

LÎSTIKA DUYAN: DYE WÊ VENEKIŞE, AKTOR BIGUHERIN

Li gorî vê lîstikê jî Trûmp li ser zordariya dewleta Tirk, ''an em an Kurd'' dev ji Kurdan qeriya û berê xwe da hevkarê xwe yê NATO'yê yê 60 salî.

Li gor vê Erdogan ji Trûmp re got,''Idlib, Efrîn, Bab, Cerablûs di dest min de ye, destûr bide ku ji rojhilatê Firatê heta bi sînorê Iraqê biçim, Şengalê jî bistînim, petrolên Kerkûk û Dêrazorê di ser Îskenderûnê re bigihînim cihên ku hûn dixwazin, em ê pêşiya Îranê bigirin, petrola Kerkûkê êdî wê di ser Îranê re neçe û ji bo destwerdana li Îranê ez soz didim'' û Trûmp ev qebûl kir.

Ên ku wiha difikirin tam dema ku Trûmp tweeta vekişandinê dayî anîn ser dema ku Sserokkomarê Îranê hatî Tirkiyê û bi vê hewl dan ku Îranê hişyar nekin.

Bi vî rengî destûr dan ku dewleta Tirk dagirkeriyê bike. Li gorî hin daneyan li ser pirsa ''Kurd wê çi bibin?'' formula 'Pêşmergeyên Roj' ên ENKS'ê hate dîtin û bi vî rengî wê nebêjin Trûmp dev ji Kurdan qeriya ku Kurd li dijî DAÎŞ'ê bi qehremanî şer kiribûn.

Kurdan jî wê heta bi jêra rêya navnetewî ya li başûrê Rojava werin tehfdan, sînorê Dêrazor- Iraqê ne di nav de ji bo ku dengê xwe dernexîne bidin Rûsyayê û her wiha li wir bi şerê Kurd û Ereban wê qira Kurdan bînin. Kevirê Tirkan wê li du çûkan bikeve.

Ango dewleta Tirk ber bi salvegera Lozanê ve ji Helebê heta bi Kerkûkê (Şengal bi ser de û beşek ji Mûsilê) wê Mîsakî Millî pêk bîne.

Heke mirov li xeyalên Osmanî yên Erdogan û dijminatiya wî ya li Kurdan binere diyar e ku armanceke wan a wiha heye. Lê li bara planeke wiha pozîsyona Rûsya û Îranê astengeke pir mezin e.

Dema ku berê xwe dayî rojhilatê Firatê hew te dît li rojavayê Firatê îş xira bûye. Helbet li bara planeke wiha astenga herî mezin berxwedaniya Kurdan e ku wê berbelav bibe. Agirê li taxa Kurdan tenê wê bi taxa Kurdan nemîne..

LÎSTIKA SÊYAN: DYE WÊ VENEKEŞÎNE, XWE BINIXÛMÎNE

Li gorî vê lîstikê DYE wê xwe venekişîne, Trûmp ber bi sersalê ve, wê li gorî polîtîkaya xwe ya ku berê gotibû ''Leşkerên DYE'yê bîne malê'' hinan jê vekişîne û piştî Sûriyê li Efganîstanê jî biryareke wiha standiye û ev jî encama biryareke wiha ye.

Lê bi temamî wê ji qadê nekişe, weke li Idlibê wê xwe binixumîne û kar bide dewletên taşeron. Ji bo vê Siûdî, Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî guncan bûn lê nexasim ji ber nûçegihan Cemal Kaşikçi ber bi Tirkiyê-Qetarê ve şemitî.

Li ser lihevkirina destwerdana li Îranê, pergala berevaniyê ya moşekan a patrîotê, mijara Ukrayna û peymanên li ser bazirganiyê Trûmp taşeronî da Tirkiyê. Jixwe Trûmp piştî axaftina bi telefonê ya bi Erdogan re, bi gotina, ''Bi DAÎŞ'a mayî re Tirkiye dikare têkildar bibe'' nîşan dide bê ka Trûmp îhale daye kê.

Li gorî vê lîstikê DYE wê xwe binixumîne, carinan emir bide taşerojan, carinan wê taşerojan biparêze. Beşekî mezin ê leşkerê xwe bikişîne Başûrê Kurdistanê û ji bo rewşên pêkan hazir be.

SENARYOYA DUYEMÎN: EW Ê DYE XWE VEKIŞÎNE

Li gorî vê senaryoyê ew ê sozên Trûmp ên hilbijartinê yên ku digot ew ê ‘Leşkerên DYE vegerin mala xwe’ wê têkeve pratîkê. Heke ew ê ne wisa be, nexwe ligel ku Wezîrê Parastinê Jîm Mattîs û Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê Brett McGurk îstîfa kirin û Pentagon, senato, Îngîltere, Fransa û Elmanya li dij derketin jî, çima Trûmp di biryara xwe de israr dike?

Li gorî kesên ku dibêjin ew ê DYE xwe vekişîne, lîstikên di senaryoya ‘vekişînê’ de ew ê wisa be:

LÎSTIKA YEKEMÎN: BI VEKIŞANDINÊ RE EW Ê HÊZA XWE NÎŞAN BIDE

Li gorî vê lîstikê ew ê Trûmp leşkerên xwe vekişîne û ew ê ‘qîmeta xwe nîşanî dostê xwe û hêza xwe nîşanî dijminê xwe bide’

Bi biryara vekişandinê re daxwaza xwe ya ‘em bar li hev belav bikin’ a ji dostên xwe yên NATO’yê re dîsa anî bîra wan.

Ev li hemberî mutefîkên xwe yên welatên Rojava yên li dijî betalkirina peymana nukleer a li dijî Îranê derketibûn, hişyariyek e. Peyamê dide dewleta Tirk û ji wan re dibêje heke ez bixwazim ez dikarim bi rêjeya dolaran te ji hev bixim û ez dikarim bi gavekê xeyalên te pêk bînim.

Peyama ‘Ez kîngê dixwazim dikarim têkevim cihê ku ez dixwazim biçimê û ez kîngê bixwazim dikarim ji wê derê derkevim’ dide dijminên xwe. Bi vê pêngavê re ji ber ku Tirkiye tevlî civîna Astanayê bûbû dikare guhê wê bikşîne!

LÎSTIKA DUYEMÎN: VEKIŞANDINA BI HEVKARIYA RÛSYAYÊ RE

Li gorî vê lîstikê di navbera Trûmp û Pûtîn de têkiliyeke mezintir heye. Li hemberî biryara vekişandinê, di warê bazirganiyê de pêşîbirîna Çînê.

Îhtîmala ku di warê Îranê de Trûmp û Pûtîn bi hev re bixebitin jî gelekî xurt e. Jixwe biryara Rûsyayê ya ku hêzên Îranê 90 kîlometreyan ji sînorê Îsraîlê dûr xist û destûrdayîna dagirkirina Efrînê li dijî Îranê hatibû dayîn.

Piştî biryara DYE’yê ya li dijî Îranê, Rosneft a Rûsyayê peymana xwe ya bi Îranê re ya li ser petrolê betal kiribû.

Heke çarçoveya peymana Trûmp û Pûtîn gelekî fireh be dibe ku li Sûriyeyê Rûsya Îranê û DYE jî Tirkiyeyê bifiroşe.

Fikreke din jî ev e ku li ser Ûkraynayê Pûtîn û Trûmp li hev kirine û ji ber ku meseleya Sûriyeyê dane sekinandin, biryareke wisa dane…

LÎSTIKA SÊYEMÎN: LI HEMBERÎ HER TIŞTÎ XWEVEKIŞANDIN

Li gorî vê lîstikê DYE’yê li dijî her tiştî biryara xwevekişandinê da. Armanca DYE’yê ev e ku ne dixwaze Tirkiyeyê dûrî xwe bixîne û ne jî Kurdan. Ji ber vê jî xwest herduyan li hev bîne. Piştî ku ev pêk nehatiye, DYE’yê dev ji herduyan berdaye. Ev îxtîmaleke qels e lê DYE ew ê piştre li gavên van hêzan binihêre.

Li gorî kesên ku vê fikrê diparêzin, dewleta Tirk li hemberî planên DYE’yê astengeke mezin e. Îxtîmaleke qels e ku DYE dev ji mutefîkê xwe yê NATO’yê yê 60 salan berde lê heman tişt dibe ku ji bo AKP’ê ne wisa be.

SENARYOYA DAWÎN: SENARYOYA GELAN

Tê dîtin ku Kurd ên ku her dem êş û trajedî bûne para wan, piştî ku ev projeya xwe ava kirin, hewl tê dayîn ku ev proje were têkbirin.

DYE ji zû ve ye dixwest vê pergala demokratîk bi xwe vê girêbide. Di heman demê de ji ser vê qadê xwest ku derbeke giran li Tevgera Azadiyê ya Kurdan bide.

Biryara li dijî rêveberên pêşeng ên PKK’ê, pêngavên bi destê PDK û YNK’ê yên li dijî Tevgera Azadî, destûra lêdana Şengal û Mexmûrê. Lê projeya ku koka wê zexm e li hemberî van tiştan li ber xwe da.

Rûsyayê dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan baş nirxand û her dem wekî şûrekî bi kar anî. Dagirkirinên Cerablûs, Bab û Efrînê wisa pêk hat. Niha jî bi vê gefê hewl didin, bi vekişandina DYE’yê re rejîmê bîne serê vê projeyê.

PDK a ku li kîjan parçeyê Kurdistanê çirûskeke azadiyê pê dikeve ji ber rola xwe ya dijminatiyê di salên pêşîn ên şoreşê de digot “Hûn ji xwe re bimirin. Jixwe ew ê DYE vê derê teslîmî me bike”. PDK’ê dijminatiya xwe ya li hemberî Rojava her dem eşkere dikir.

Li hemberî van tiştan ew ê gelên herêmê çi bikin? Wekî ku tê dîtin hemû senaryo tengijîne û gelên herêmê yên ku her roj berdêlê didin ji bo ku vî kefenî biçirînin, ji xeynî berxwedanê tu rêya wan tune.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DYE’yê re dibêje ‘Li ser min bazarên qirêj neke’ û ji Rûsyayê re dibêje ‘Ez parçeyekî Sûriyeyê me û mafên min hene. Ez ji hevdîtinê re heme, lê girêdayîna bi rejîmê li ser min ferz neke.’

Ji dewleta Tirk re jî dibêje ku ‘Em ê tu carî dagirkeriya te qebûl nekin. Agirê ku tu yê bîne mala me, em ê li te vegerînin.’

Kurdên Rojava ji PDK’ê ya ku hevkarê Tirkiyeyê re dibêje ku ‘Li ser min tu hesabên qirêj bike ez ê laneta hemû Kurdan li te bibarînim’

Erê hemû îxtîmal, senaryo, lîstik û pêngav xumamî ne lê senaryoya gelan eşkere ye, ew ê dev ji berxwedanê neyê berdan. Heke di sedsala 21’emîn de Kurd ji bo qurbanbûnê hatibin hilbijartin, li hemberî vê biryarê ji xeynî berxwedanê tu rê tune.

Divê mirov gotinê ji berxwedêran re bihêle. Em gotina siyasetmedarekî di berxwedana Kobanê de dubare bikin: Cihên tenik ji xwe qetiyabûn, ku der stûr be bila ji wir biqete…