Her çeper çîrokek e

Li çiyayên Kurdistanê her çiya çeperek e, her çeper gerîlayek e û her gerîla jî çîrokeke nû ye.

Êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêma Bradostê ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dike, didomin. Gerîlayên têkoşîna azadiyê li çeperên ku bi kedeke mezin amade kirine li ber xwe didin û bi hêviya aştiyê têdikoşin. Kurdistan vê gavê bi biharê xemilî ye.

Li gel xemla biharê jî, rengê zivistanê li ser serê çiyayên bilind xwe nîşan dide. Kirasê spî ku serê çiyê nixumandiye, ber bi jêrê ve dibe şînkahiya biharê.

Mîna ku helbestvan dibêje; 'mirov dişibe cihê lê dijî'. Dişibe, ax, ba û tava wî cihî. Û dişibe ava wê. Gerîla dişibe axê, ji ber ku pîr û pak e. Her gotina xwe dilê mirovan şa dike. Wekî din dişibe avê. Bi xumxumî diherike nava dilê mirovan.

Dema ku em tên çiyê, gerîla her tim bi vê xeml û rewşê derdikevin pêşiya me. Hem di nava hewldaneke berfireh de ne, hem jî şerekî dijwar. Di hembêza çiyê de gelek çîrok hene. Yek ji wan jî çîroka Rûkenê ye.

Rûken, 15'ê Sibata 1999'an dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployekê dîl hate girtin, li Cizîrê ji dayik bû. Jidayikbûn ji bo her kesî cihê kêfxweşî û şahiyê ye, lê ji wê re her wiha bû fermana têkoşînê.

Dema piştî 15'ê Sibata 1999'an ji bo gelê Kurd bû pêvajoyeke çawa ya berxwedanê, ji bo jiyana Rûkenê jî bi heman rengî bû. Ji ber vê yekê, jiyana wê hê di dema jidayikbûnê de li ser bingeha berxwedanê afirî. 'Hebûn çiqas be, jiyan jî ewqas e', ev pîvan mîna tevahiya Kurdan ji bo Rûkenê jî bû pîvana sereke ya jiyanê.

Sal bû 2016'an. Gelê Kurd bi rêxistinbûneke civakî ya rewa li ber zilma faşîzmê rabû û ji tevahiya cîhanê re ragihand ku wê bajarên xwe bi xwe bi rê ve bibin. Rûken jî bûyerên di vê demê de li çiyê û qadên berxwedana xwerêveberiyê bi taybetî yên li Cizîrê diqewimîn ji nêz ve bi kelecaneke mezin dişopand.

Bi gotina Mehmet Tûnç, hêzên dewletê ku nekarî serê gelê Cizîrê bitewîne, bi kîn û nefret êrîş birin ser avahî û xaniyan.

Di dema berxwedanê de hêzên çekdar ên dewleta Tirk mala malbata Rûken a li taxa Nûrê dagir kirin û bi zorê ji xwe re kirin çeperek. Rûken li dijî vê yekê ruhê xwe kir çeper.

Li çepereke gerîla ya li herêma Bradostê em li çîroka Rûkenê guhdarî dikin. Her ku mirov dibîne, lê guhdarî dike û fêhm dike, hêza pênûsê têrê nake ku karibe binivîsîne. Rûken li ser serê çiyayekî bilind ê Kurdistanê, di çepera ruhê xwe de ber bi welatekî ku maleke ti carî lê neyê hilweşandin ve dimeşe.

Li çiyayên Kurdistanê her çiya çeperek e, her çeper gerîlayek e û her gerîla jî çîrokeke nû ye.