Hem êşkence lê kirin, hem jî bi kelepçekirî îfadeya wî wergirtin

Firat Koç ê astengdar ku li Wanê li qehweyekê polîsên Tirk li wî xistin, tevî birînên li bedena wî û bi rengekî kelepçekirî birin edliyeyê

Nexweşê şîzofrenî Firat Koç, piştî ku polîsên Tirk êşkence li wî kirin ew destgîr kirin.

Koç piştî ku îfadeya wî hate wergirtin bi rengekî kelepçekirî birin edliyeyê. Bi heman rengî Koç birin emniyetê.

Li gorî parêzeran ku daxwaza parastina Koç kirin, Koç gelekî westiyayî û bêhal bû.

Parêzeran diyar kirin, dozgeriyê weke gumanbar îfadeya Koç wergirtiye ne weke mexdûr.

Hate ragihandin ku di dema wergirtina îfadeyê de kincên li ser Koç hatibû çirandin û şopa birînê li bedena wî hebû.

Piştî ku dîmenên êşkenceya li Koç hate kirin di medya civakî de hate weşandin Baroya Wanê û parêzer Mahmût Kaçan û Hamza Çîftçî giliyê polîsên Tirk ên êşkencekar kiribûn.