Helîkopterên Tirk carekî din herêma Bradost bombe kir

Di saetên şevê de helîkopterên Tirk a dagirker gund û gundikên girêdayî Herêma Bradostê bombe kir. Di bomberdûmanê de ziyan gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

Di saet 19:30’ê şevê de helîkopterên artêşa Tirk a dagirker bome li gundên Kendegerî, Bêsnok û Xelîfan ên Herêma Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombe kiriye. Di bomberdûmanê de ziyan gihiştiye jingehên welatiyên sivîl.

Yek ji welatiyên gundê Xelîfan Emîr Mistefa agahî da ANF’ê û got: “Di saetên şevê de helîkopterên Tirk gundên nêzî wan bombe kiriye.Bomberdûman bûye sedemê tirsê. Divê hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê çareseriyekê bibîne û rê nede ku herêmên me bomberdûman bike. Gelek gule li nêzî malên wan ketiye ziyanên madî pêk hatie.

Navçeya Bradostê girêdayî bajarokê Soran ê ser Hewlêrê ye. 144 kêlometre dikeve bakurê rojhilatê Hewlêrê.