Heke xaka ku hûn lê dijîn ne azad be...

Awirên min li ser wî gundê xweşik bû ku bi heyraniyeke bêhempa xwe li nav çiyayan raxistibû.

Ev lat û zinar, ev libên qûmê û dîsa axa sor. Li gel ku baran nîne û kelîjana havînê jî çekekî ku bi xuşexuş diherike..Ne pêkan e ku mirov heyranî vê xweşikiyê nebe.

Weke gundekî xweşik ku di hembêza payizê de veşartî ye. Ez dibêm qey ev yek ji wan gundê herî xweşik e ku bi darên biyan û qajê xemiliye. Navê gund Hirorê ye, ku bi ser navçeya Amediyê ya Duhokê e ye. Dixwazim ku her kes Amediyê bibîne, bajarekî pir xweş û xweşik e, ne hendefan dihêle û bi wêrekî li wir xwe daniye. Deh kîlometreyan dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ku dewleta Tirk a dagirker ve sînor daniye. Li pêşbrî sînor Çelê ya Colemergê ye, li çeperasta wê Dihê ya Şirnexê... Dema ku mirovli Hirorê dinere ev hemû têne bîra mirov lê demak u mirov guh dide şêniyên gund mirov dibêje, çendî xweşik jî be û weke qurcika bihiştê jî be heke her roj bi topan lê bidin kêrî çi tê, heke her roj bi zarokan li kuçeyan bilîzin, mirov dema ku baxçeyê xwe av didin bi tirsa, ''gelo balafirên keşfê wê li me bidin'' bilez direvin mala xwe, ev xweşikî wê çawa bihata dîtin..Xak heke azad be xweşik be, gund ku azad bin, ku çiya azad bin dibe xwedî rengê xwe yê herî bedew.

'ME GOT WÊ ME XILAS BIBKIN LÊ EM FIROTIN'

Piraniya gundiyan ji ber zivistanê û nikarin debara xwe bikin û nîvê gund jî ji ber ku pir ji gundê xwe hez dikin û naxwazin biçin ser axake dî, mane. Li gel her tiştî jî mirov li gundekî wiha xweş dimîne. Mirov di ber malekê re diçe lê çavê mirov li xaniyekî dî yê li serê gir e. Çawa xwe li wan latan girtiye! Bi dengê dayikekê bi ser hişê xwe ve hatim, ''Ka were libek hinar bixwe''. Baxçeyê malê tije hinar kiriye. Min got, ''Tu yê van bifiroşî?'', Bi hêrs got, ''Ew tirkên qewad!''. Hemû riziyane, ji ber şer di wextê xwe de em nikarin biçin bînin, dora baxçe bombe dikin, tim bi obûsa li Derarê dixin, keça min qey ev qedera Kurdan e! Me got ev ê me xilas bikin lê çûn em firotin!'', qesra wê rayedarên li ser rêveberiya Hewlêrê ye. Got, ''Ka binere, hemû riziyane, kî wê van bistîne, ez ê ji bûk û zarokên xwe re bişînim.''

LI PEY MALBATEKE KU JI KUÇEYÊ DIÇE..

Li dora baxçe parçeyên obûsan, parçeyên hesin ku ketine ser soriya hinaran. Ez li rasta malbatekê hatim li kuçeyê. Zilamek ku ketiye derdê zivistanê malbata xwe germ bike, dar dane ser hev, ji dûr ve tê. Li pey zarokekî kçik, ser çengê wî xêz çêbûne ji ber hilgirtina daran. Wiha bêguneh li min dinere..Hema di pey re zaroyekî dî. Li ser xetekê ku naxwazin dahatuya xwe bişopînin, vê jiyanê bi vî rengî qebûl nakin, weke ku ber bi jiyaneke mecbûrî ve dimeşin..Zilêm birhên xwe rakirî bi dengekî bilind, got, ''Negire ha'', yanî ,''ebeden negire!'' Ez jî kamerayê dadixim, bi ken destê xwe didimê û dibêjimê, ''gundê we çi qas xweş e, çawa wan malan li wan latan lêdikin'', dema ku min wiha got, destê xwe da min bi bişirînekê û got, ''Xweşik jî be wê çi be, aramî nîne.''

Dema ku mirov destê xwe bide Kurdistaniyan qet destê xwe nakişînin. Ev çandek e li Kurdistanê. Û dijminên wan tim îxanetê li vî aliyê wan ê dilovan, nirxên mirovî dikin. Ji nav wan ên îxanetê jî vî aliyê wan bi kar tînin. Dema ku got, ''Em biçine cem me çayekê vexwin'' hema min da pey. Ez meraq dikim bê ka çi dfikire, çi çawa şîrove dike...Piştre em hêdî hêdî diçin malê. Li ber malê dayikek bi şaşwazî disekine, çû pêşiya zarokan, darê wan ji dest wan girt. Navê xwe Rêyan û Rêwan e.

Em bi hev re çayê vedixwin li baxçe. Ez, hevjîna wî û zarok. Çavê wan tim li kameraya min e, dibêjin qey wan digirim. Ji bo ku bi rehetî biaxivin min kamera rakir. Êdî li min nerî:

''Em ji nûçegihanan ditirsin, her roj hinek tên, gotinên me li gorî xwe çêdikin. Kurdistan24 tê, gelek tiştan em dibêjin, em hemû gazinên xwe dibÊjin, tenê diçin tiştên li dijî gerîla dibêjin. Rûdaw tê, em gelek tiştan ji hikûmetê re dibêjin, tenê diçin ên têkilî Tirkan didin, weke ku em pir ji wan razî ne didin. NRT tê, bi xweşî nayên pêşwazîkirin, rêveberî ji wan hez nake, ji ber Şeledizê. Nûçegihanên ku rast dibêjin wan jî digriin. Her kes rastiyê dizane lê çi fêde, her kes ji van off bûye lê çare çiye? Van em şelihandin, em xapandin, em firotşin her tiştê me firotin, hewceyî xwe kirin. Dibêjin, 'li dijî gerîla şer bike'', hey qewad, ez çawa birayê xwe bikujim. Hevjîna min her roj dia ji gerîla re dike, birayê wê alîgirê YNK'ê ye, min jî tim destek da PDK'ê. Em hemû cihê ne lê di eynî malê de ne, me rojekê şer nekir. Ez pêşmergetiyê dikim. Niha ti qîmetê men îne, meaş tine, dibêjin, 'pere nîne''. Lê heke ez şer bikim pere hene! Ev çawa dibe!..Niha ez ê çawa biçim hem hevjîna xwe hem jî birayê xwe bikujim? Ev ax têra me û çi nake, têra me hemûyan dike. Heta niha çawa têr kiribe dîsa têr dike, bila şer nebe.''

Awirên min li Reyanê biçûk aliqîn ku ji her tiştî bêhay bi dirabeyên pencereyê ve radipelîkî, ew çîrokeke pir cihê bû...