‘Heke doza Kurd çareser bibe wê pêşî li darbeyan were girtin'

Parêzerên Mafê Mirovan û xizmên kesên ku hatine nebedîkirin li Amedê doza dadmendiyê kirin.

Ji hêla Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Şûbeya Amedê û xizmên nebedîbûyiyan ve cara 440’î bi dirûşma ‘Bila nebedî werini dîtin kiryar werin cezakirin’ li avahiya ÎHD’ê çalakiya rûniştinê hate kirin. Di çalakiyê de xizmên kesên ku hatine nebedîkirin û endamên Komîsyona Nebedîbûyiyan a ÎHD’ê jî hebûn.

 ‘JEHRKUJ ÇARESERIYA DOZA KURD E’

Serokê Şûbeya ÎHD’ê Racî Bilîcî got li Tirkiyê gela ji bo jiyaneke azad û wekhev têdikoşin û piştî her darbeyê beşên muxalîf dibine hedef. Bîlîcî diyar kir ku bi Rewşa Awarte re binpêkirina mafê mirovan zêdetir bûye  û got: ‘’Bi girtina hevserokên HDP’ê rêya siyaseta demokratîk hate girtin. Hesab ji leşkerên darbeker nehate xwestin. Yasaya parastina zirxî hate dayin.’

Bîlîcî herî dawî got: ‘’Jehrkuja darbeyan demokrasî ye. Çareseriya doza Kurd e. Heta ku  vê nekin nikarin pêşî li darbeyan bikin. Divê hikûmet dev ji polîtîkayên şaş biqere.’’

ÇÎROKA RECEP ÎKÎNCÎSOY

Endamê Komîsyona Nebedîbûyiyan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Recep Îkîncisoy got ku 16’ê Tîrmeha 1980’î li ber mala wî ya Amedê hatibû revandin. Yalçin got gelek caran polîsên bi cil û bergên sivîl ew dişopandin, roja bûyerê saet 23.00’an dema ku dihate malê ji ber malê hatiye revandin. Yalçin diyar kir ku piştî revandina Îkîncîsoy serî li gelek deveran girtine lê ti encam nestandine. Yalçin got li gel ku şahid hebûn jî bûyer di tariyê de hiştin.