Hejmara qurbaniyên li Silêmaniyeyê gihîşt 15 kesî

Li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, bîlançoya teqîna li avahiyê giran bû. Li gorî bîlançoya dawî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Silêmaniyeyê, 17'ê Mijdarê saet di 19:38'an de li taxa Kawize-2'ê li avahiyekê teqîn çêbû.

Li gorî rayedarên xwecihî, hejmara qurbaniyan gihîşt 15 kesî. Hate ragihandin, ku 13 kes jî birîndar bûne.

Tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya hinek ji birîndaran giran e.

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir diyar kir ku teqîn ji ber depoya LPG'ê ye.

Di vê navberê de tê payin ku Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed biçe cihê bûyerê.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê di her sektorê de pîvanên ewlekariyê têne binpêkirin û rayedar jî ji nedîtî ve tên. Li herêmên ku binesazî lê nebaş e, trajediyên bi vî rengî timî rû didin.