Hejmara leşkerên li Êlihê hatî kuştin bû 8

Hejmara leşkerên li navçeya Kercews a Êlihê ku di encama teqînê de hatî kuştin, bû 8.

Li navçeya Kercews a Êlihê îro danê sibê di dema seyareya leşkerî derbas dibû de teqînek pêk hatibû û 7 leşker hatibûn kuştin. Çawîşê pispor Yahya Şen ê di teqînê de bi giranî birîndar bibû, rakiribûn nexweşxaneya leşkerî ya GATA’yê ya Enqereyê, lê belê li vê derê mir.

NÛ BÛ-Li Êlihê teqîn: 7 leşker minin

Hate gotin di çalakiya bombeyî de ya bi ser wesayiteke zirxî ya leşkerî de, ya li Kercewsê ya Êlihê 7 leşker mirine.