Hejmara kesên di êrîşa Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dane bû 5

Di êrîşa li Mêrdînê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 5. Di heman demê de 4 kes jî hatin destgîrkirin.

Duh bişev derdora saet di 00.30’an de dema wesayîteke bi plakaya Iraqê li ser Rêya Armûşê ya Mêrdînê ser rêya xwe diçû, ji hêla hin kesên nasnameya wan nehat zanîn ve hate gulebarankirin. Di êrişê de gule li 5 welatiyan ketin. Ji kesên di wesayîtê de Hindreen Abdullah Salih (39), Waheda Haedar Jasim (63), Abdullah Saleh Mustafa (69) û Chiman Shaheen Khalid (75) jiyana xwe ji dest dan. Ahmed Jalaladeen Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bû. Îbrahîm, piştî mudaxileya ewil sewqî Xarpêtê hate kirin. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan piştî bûyerê hatin Mêrdînê. Malbatên ku li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê disekinin, ji bo cenazeyan wergirin radiwestin. 

 MALBAT HATIN MÊRDÎNÊ

Yek ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan Nîhad Mikaîl Emîn, diyar kir ku piştî bûyer bihîstin hatin bajêr û anî ziman ku kesên hatin kuştin ji bo tedawiyê hatibûn Tirkiyeyê. Emîn, da zanîn ku heta niha wan bi xwe jî têkildarî bûyerê de tu agahî negirtine û li gorî agahiyên ji rayedaran girtine “wesayîta ku êriş lê hatiye kirin ji Nisêbîne ve ji aliyê wesayîteke din ve hatiye şopandin û van kesên di vê wesayîtê de ev êriş pêk anîne.” Emîn, bi lêv kir ku kesên ku wesayît şopandine 4 kes in û li gorî ku agahiyên dane wan heta niha 2 kes hatine destgîrkirin. Emîn got ku piştî cenaze wergirtin wê biçin Duhokê. 

4 KES HATINE DESTGÎRKIRIN

Walîtiya Mêrdînê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de têkildarî êrişê diyar kir ku kesên bi navê M.Ş., F.A., A.Y. û A.K. destgîrkirin.