Heft roj in Şenê dişewite

Şewata ku berî 7 rajan li herêma Şenê ya Mûşê derketibû, hê jî didome.

Li Herêma Şênê ya di navbera Mûş û Amedê de 7 roj berê şewat derket û didome. Her roj şewat belavî cihên cuda dibe û ji ber şewatê bi hezaran dar û devî şewitîn û bûn xwelî. Li herêma şewatê bi hêceta “ewlehiyê” destûr nayê dayîn welatî biçin bitefînin. 

Serokê Giştî yê Komeleya Meşe Îhsan Aytemîş bertek nîşanî şewatê da û got: “Şewitandina daristanê talan e. Em dixwazin sedemê vê şewatê were lêkolînkirin. Bila sûcdar bêceza nemînin.”  

Têkildarî şewatê em li Miduriyeta Daristanan a Mûşê geriyan û diyar kir ku 5 roj in mudaxileyî şewatê dikin lê ji ber şertên erdnîgarî ya herêmê amûrê agirkujiyê û xebatkarên wan nikarin mudaxile bikin. Miduriyetê got ew derfeta wan nîne ku ji hewa ve mudaxileyî şewatê bikin.